Kurê lîstikvanê navar Charli Chaplin lîstikvan Sydney Chaplin di 82 saliya xwe de li DYA'yê min.
Charle Chaplin lîstikvan û derhênerekî navdar ê îngilîz bû. Sydney Chaplin jî wekî bavê xwe lîstikvan bû û niha li Rancho Mirage ya 200 kîlometre başûrê Los Angelesê mir.
Sydney Chaplin di sala 1926'an de hat dinê, di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de leşkerî kir, paşê li ser şanoyê xebitî. Sydney Chaplin di sala 1957'an de di muzîkala "Bells Are Ringing" lîst. Wî bi piştgiriya bavê xwe di sala 1952'yan de di yekemîn fîlmê xwe "Limelight"ê de lîst, her wiha di fîlmê dawî yê bavî wî "A Countess From Hong Kong" (1967) de jî rol girt ser milê xwe.
Charle Chaplin ku 4 caran zewicî bû û 11 zarokên wî hebûn di sala 1977'an de di 88 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dabû. Sydney Chaplin yek ji zarokên Charle Chaplin bû. Niha 8 zarokên Charlie Chaplin hê dijîn.


