Li bakurêrojavayê Pakistanê êrîşê nexweşxaneyeke kirin, di êrîşê de 23 kes mirin.
Li Dera Îsmaîl Xan a Pakistanê êrîşê nexweşxaneyeke kirin. Di êrîşê de 23 kes mirin û 35 jî birîndar hene.
Di dema ku piştgirên rêberekî şiî li ber deriyê nexweşxaneyê bûn de êrîş pêk hat. Midûrê Polîsan ê Dera Îsmaîl Xanê Nasir Mehmûd da zanîn ku ew niha li ser lêdikolin ka çawa bûyer pêk hatiye û delîlan berhev dikin.
Ji rayedarên eyaletê Muhsin Şah jî da zanîn ku rêberekî herêmî yê şiîyan serê sibê di êrîşeke de birîndar bûbû, ew anîbûn nexweşxaneyê lê dixtoran nekarî wî li jiyanê vegerînin. Piştre jî di dema ku piştgirên şiî li ber deriyê nexweşxaneyê komî ser hev bûne ev êrîş pêk hatiye.