Diyarname
Akademiya Oscarê 75 saliya karaktera anîmasyona Walt Disney a bi navê "Bambî" pîroz kirin. Ji bo vê yekê şevek taybet tê lidar xistin.
Fîlmê anîmasyonî yê Amerîka "Bambî" di sala 1942'yan de hat kişandin. Fîlm ji pirtûka nivîskarê avusturyayî Feliks Salten "Bambi, A Life in the Woods" hatibû girtin.
"Academy of Motion Picture Arts and Sciences" (Akademiya Zanist û Hunerê ya Sînemayê) ku di heman demê de Xelatên Oscarê belav dike biryar girt ku 75 saliya Bambî bi şevek taybet pîroz bike. Çalakî 15'ê gulanê dê li Samuel Goldwyn Theater a li bajarê Beverly Hilss a Kalîforniyayê li adr bikeve û ji bo 75 saliya Bambî nîşandayînek taybet a wê li dar bikeve. Di şevê de Donnie Dunagan ku deng dabû karakterê Bambî, Peter Behn ku deng dabû karakterê Thumper jî dê amade bin. Ligel van anîmatorê efsanewî yê Disney Andreas Deja û dîzaynkarê produksiyona Walt Disney Animation Studios Paul Feliks jî dê wekî mêvan li şevê bin.
Xêzkarê Bambî Tyrus Wand di sala 2016'an de 106 saliya xwe de miribû. Bambi yê Walt Disney di sala 1942'yan de dema hatibû kişandin di warê dengê herî serketî, strana herî serketî û muzîka orjînal a herî serketî de ji bo Oscarê bûbû berendam. Fîlmê ku David Hand derhêneriya wî kiribû çîroka çêlika xezalê Bambi ku diya wê ji aliyê nêçîrvanan ve hatibû kuştin pêşkêş dikir.