Silav kurdên govendger, şal û şepik li bejna wan û kîne emcî. Mi go ez hinekî ji we re qala dawetên kurdan ku van salan bûne mode bikim. Ji kerema xwe çend deqe tevnegerin û vê nivîsa gipgirîng bixwînin. Uhum uhummm, ay biborin ez kuxikî bûme, mîna ku bi janê ketime carocarkê kux û kux. Ji bo ku vê nivîsê ji we re amade bikim çûm saloneke dawetê. De orta zivistanê bûû, hundir ji klîma û agirê dawetvan û berbûriyan dikeliya, ji bo ku bêhna min neçike û nemirim derdiketim derve û mala wê ne ava be sermayê xwe berda cîgera min. Bawer bikin ew şev wisa kuxiyam wisa kuxiyam, serê sibê dema ku ji nav nivînan derketim min li pêşiya xwe nihêrî ka cîgera min firiyaye ketiye erdê an na. De her çibe, em ji mijara xwe dûr nekevin uhumm uhumm.
Çawa ji derî de ketim hundir mi go qey bûk û zava ekolojîst in û hêlînê çivîka anîne salonê. Paşê hinkî nêz bûm min dît ku ew hêlîn li ser qutîkên boyaxê ên rengorengo ne û qutîk govendê digrin. Hinekî din jî nêz bûm û min dît ku keçika porê xwe (teqez 3-4 roj in bê razan di kuafora da mane lê dîsa jî bêwestan govend digirin) kirine topûz. Heyla mala bavê we xera nebûno ew çi zilm e ku we li wî porî kiriye. Baş e ku çivîk nakevin salonên daweta (we fêm kir ku wê çi’bkirana).
Heyran van jinên me yên kurd bi maqyaja çavan dibin wekî japonan (halqlarin qardeşliyî li kuaforan jî heye herhal). Ji sedema maqyajê hinek mêr jinên xwe nas nakin. Piştî dawetê bi telaş li jinên xwe digerin ku kes bi şaşî tevlihev neke û herin malê.
Dûre min dît ku fistanê modeya li Mîlanoyê li xwe dikin û li ser podyûmê nazik nazik dimeşin li wan in û pê bi gurmegurm govendê digrin, tozê ji erdê radikin. Bi qasî ku ez dizanim govenda me li gor fistanê kurmancî ye lê fêm nakim ku ev çi rik e van fistanê manken û kokteyla, ê dans û valsê li xwe dikin. Ev cil û berg piranî ber dilê wan vekirî (dekolte) ne. Xwedê hiştina her carê di govenda kurdî de xwe hildavêjin, memikên wan ên qasî zebeşa heta nîvî dertên derve (bê lome). Di vê gavê de dîn û îman serê xwe hiltînin, diçin.
Helbet di binê wan fistanê çîftetelliyan de solên kaboka wan bilind tên lixwekirin. Îca rebena piştî dawetê bi roja êşekê wekî ku ketibin feleqê dikêşin lê dîsa jî bi ber xwe nakevin û 2 roj şûn de dawetek hebe wê heman tiştî bikin bawer bikin.
Pêşî dengê tilîliya tê, 10 deqe şûn de tu dinêrî xwediya tilîliya ji wir de tê, di dest de temezî û desmal, dike salonê xera bike. Dikeve serê govendê, kî zava kî zava, xaliq mala te ava, ha ha ha tew tew teeww. Tu dizanî ku ew xwişka zavê ye. Xwişka zavê lotika davê. Diya zava ji serê dawetê heta dawiyê bi destên hinekirî li çepikan dixe dixe, dike xwe bikuje. Xwişka bûkê jî çendik û çend kîlo maqyaj di serçavê xwe daye û nikare ji giraniya wê bimeşe (yanê çi canim, tu dibêjî ez ji bûkê xweşiktir im?). Mîna skalaya rengan li salonê bi telaş digere, vir de wir de diçe lê ne kes dizane ne jî ew dizane çi dike. Malbata bûkê pir nakevin govendê, ku bikevinê jî pir cidî dilîzin (di şûna cîda govenda cidî digrin malnemîratno) çimkî naxwazin ku xelq ji wan re bêje “ka lê lêê, qîza xwe dane mêra û çawa kêf dikin, eyba reşêêê, şerma giranê”.
Serê çend deqeyan yek dikeve serê govendê (pirê cara kes nizane kî ye) mîna ku ceyranê pêgirtiye dileyize, destmalê dihejîne, miletê rûniştî jî tên eşqê û dikevin govendê. Govend dibe qor bi qor, salon têr nake. Zarok di nav dest û piyan de ne. Herkes hem dixwaze di qamerayê de xweşik derkeve hem jî xwe hilbavêje û perîşan bike ji gimhayê. Lê hûn jî dizanin ku ev nemimkûn e.
Wê bidome, sebir bikin Miheme Sebrî û Sebiryano..
Govendger Tilîliyus