Diyarname
Di Festîvala Fîlman a Cannesê de xelat hatin belavkirin. Xelata mezin Palmiyeya Zêrîn dan fîlmê Terrence Malick "The Tree of Life". Derhêner Nuri Bilge Ceylan ku berê jî di Cannesê de xelat girt, îsal jî bi fîlmê xwe "Bir Zamanlar Anadolu" (Zemanekî Anadolu) "Xelata Mezin a Juriyê" girt.
64'emîn Festîvala Fîlman a Cannesê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Xelata mezin a festîvalê Palmiyeya Zerîn dan Terrence Malick "The Tree of Life".
Ceylan ku Xelata Mezin a Juriyê girt, got, "ji ber fîlmê min di festîvalê de herî dawî hat nîşandayîn ez ne li benda xelatê bûm" û sipasiya juriyê kir.
Di festîvalê de ev xelat hatin belavkirin:
- Palmiyeya Zêrîn: The Tree of Life / Terrence Malick
- Xelata Juriyê ya Mezin: "Bir Zamanlar Anadolu'da" (Nuri Bilge Ceylan) û "Le gamin au vélo" (Jena-Pierre û Luc Dardenne)
- Derhênerê Herî Serketî: Nicolas Winding Refn (Drive)
- Lîstikvanê Herî Serketî: Jean Dujardin (Artist)
- Lîstikvana Herî Serketî: Kirsten Dunst (Melancholia)
- Senaryoya Herî Serketî: Footnote Joseph Cedar
- Xelata Taybet a Juriyê: Polisse (Derhêner: Maiwenn)
- Kameraya Zêrîn (Camera d'Or): Las Acacias (Derhêner: Pablo Giorgelli)
- Kurtefîlmê Herî Serketî: Cross Country (Der: Maryna Vroda)
Wekî notek: Nuri Bilge Ceylan di sala 2006'an de bi fîlmê xwe "Îklîmler" li Cannesê xelata FIPRESCI girtibû, di sala 2008'an de jî bi "Uç Maymun" Xelata Derhênerê Herî Serketî girtibû. Ceylan di sala 2009'an de jî di nav encamên juriyê yê festîvalê de cih girtibû.