logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Culemêrg çi reng e dayê?
  2. Tûrnûvaya Futbolê ya Navsaziyan bi 44 tîman dest pê kir
  3. Ev tenê mabû: Ji her derê dîmena Trumpî derdikeve pêş amerîkiyan!
  4. Ji bo Mûş, Mêrdîn û Şanliurfayê dema lîstina maçên play-offê ye
  5. Sazî Ziwanî qeybî Roşanê Ziwanî deklerasyon eşkera kenê

Krîstîn Ozbey

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Krîstîn Ozbey

Krîstîn Ozbey

ASTRO-LOLO-JIYA KURDAN

  • Dîrok: 21/08/2018

Silav, gulav û kulav, kurdino, merdino, derdino, kêfa we hol e ? (di zazakî de peyva herî bi min xweş tê hol e). Zanim, dinya xera bibe jî hûn teslîmê derda nabin û dijmina bi kenê xwe diteqînin. Efferim ji we re, 100 puan û goşt û birinc. Ez ê îro ji we re qala bircan bikim. Lê ne Birca Zembîlfiroş, ne Birca Belek, ne Bircên Amedê û hwd. Bila sitranbêj û dîrokzan qala wan bikin. Ez ê qala bircên ku van salên dawî di nav me kurdan de jî bûne mode bikim. 

Astrolojî tiştek ecêb e yabo. Mînak; Yek diçe kevirekî li nava serê yekî dixe û dişkêne. Astrolog dibêjin vê mehê bêhna satilê/ga/masî… piçekî teng e, wexta ku Merkur û Jupîter bi hev dikevin normal e ku tiştên wiha bikin. Êêê, lê ku ew kes here gilî bike wê astrolog ji polîsan re çi bêjin?! Ecêb sosret gosirmet yaaa. Bifikirin, dibêjin yên ku îro çêbûne bila baldar bin. Mînak, ez bim ez ê bêjim “de ez îro çênebûme, tiştek nayê serê min” û belkî herim xwe ji pireya Mîssîsîpî de bavêjim û perçe wesle bibim (kalê min her sal diçû Mîssîsîpiyê ji bo ku hezkiriya xwe ya kevn bibîne û min jî bi xwe re dibir. Hofff, naxwazim qala sosyetebûna malbata xwe bikim lê hema gotin hate serê û ji devê min firiya ji nişkava). 

Uhum uhumm, serê we neêşînim, vaye 7 sal in li ser vê mijara difikirim û bi lêkolînvanan re di têkiliyê de me. Lêkolînerê min kolan kolan kolan û dîtin ku kurdan astrolojiyê dîtine (rihê rehmetiyê Cemşîd Bender şahidê min û lêkolîneran e). Dûre miletên din navên bircan guherandine. A rast di serî de min jî bawer nekir lê dema ku navê bircên kurdan gotin min go îsssss, errrrrrikk, hûn can in can, jixwe min ji “lo” û “jî” ya peyvê hîs kiribû (astro-lo-jî).  

Dawiyê ji bo we rûniştim, min yeko yeko birc û taybetiyên wan nivîsîn. Şaş fehm nekin, ne ku ez jê bawer dikim, lê xwe bêyî wê jî nahêlim. Te dî em kurd ji aştiyê jî nebawer in lê bê aştî jî namînin, mecbûr yanê, we fêm kir?! De her çibe haa, ên ku fêm kirin bila ji yên din re bêjin, min newestînin, wê rûyê min biqermiçe û ez ê bikevim destê botoksçiya haa. Mala wan ava be, Saziya Astrologên Mars'ê ji bo vê xebatê xelatê dan min. Wisa qure bûme wisa qure bûme tu dibê qey di bin çengê min de 2 zebeşên Amedê hene. A vane li jêr bircên me kurdan; Golik Kesên ji vê bircê piçekî sermezin in û heta pîr bibin rûzarok dimînin. Tu tiştekî ji xwe re nakin derd. Hema bila ka û cehê wan pir be bila dinya xera bibe, ne derd e ji wan re.  

Kundir

Ev kes pirrr ji xwe razî û qurre ne. Şûr nikare simbêlê wan bibire. Dikarin ji bo berjewendiyên xwe herkesî bifroşin.

Erbane

Piranî keçik ji vê bircê ne. Etek û fîstanên wekî yên Hindûyan lixwe dikin (dibêjin qey çanda kurdan e hey mala minê heyy), porê xwe sor dikin û guharên pirrr otantîk dikin guhên xwe. Bi salan li kuçe û kolanan bi erbaneyan digerin lê tu kesî nedîtiye ku carekê li erbanê xistine. Erbane li wan xe ew nikarin li erbaneyê bixin.  

Çiya

Kesên ji vê bircê, ne pozbilind in, zîrek, wêrek û serbilind in, fedakar in. Dixebitin, dixebitin, bêsekin dixebitin. Bejn û bala wan xweşik e. Herkes ji wan bawer e. 

Goşt

Ev birc aydê hemû kurdan e. Kurd ji kîjan bircê bin jî birca wan a bilindok ev e. Strana ku endamên vê bircê pir jê hezdikin ev e; çûme mala Apê Elî xanimê lorke danîn ber min goşt û qelî delalê lorke

Satila mast

Ev birc piranî birca pîrikên kurdên li gund an navçeyê biçûk dijîn e. Piçkî simbêlê wan heye û ne xema wan e. Melesên wan sipî, deling û fîstanê wan gulgulî û bêhna wan wekî bêhna welat e.   

Govend

Ev birc birca kesên hîperaktîf û superaktîf e. Tiştên wan ên bi oxir def, zirne û desmal in. Ku çend rojan govendê negrin canê wan diwerime an hişk dibe.

Nanê Sêlê

Kesên dirû ne. Kî çawa be ew xwe wisa nîşan didin ji bo berjewendiyên xwe. Ew jî nizanin fikra wan çi ye. Pir zîrek û virek in. 

Doxîn

Kesên vê bircê her tiştî ji navê berjêr difikirin û şirove dikin. Tu dibêjî qey aqilê wan li jêrê ye gidî. Li ku derê yekê-î bibînin xwe şildim bildim dikin. Nebî nebî hûn bikevin dahfika wan, dûr bisekinin an birevin ku hûn dûre nebêjin te negotiye. 

Yekîtî

Li gor riwayetan hê tu kurdek ji vê bircê nehatiye dîtin. Ecêb e ku bircek wiha heye. Qey ji bo pêşerojê ku mucîzeyekê çêbibe vî navî danîne. Çi bêjim heyran, hêvî jî tiştek baş e. Ka em xeyal bikin wê kesên ji vê bircê çawa bin; Immmm, wê tenê azadiya welatê xwe, erdnîgariya xwe, zimanê xwe û xwişk birayên xwe bifikirin. Ayyy Quran ez di şûna wan de westiyam. Bawerim kesek ji vê bircê herî pir dikare 30 salan bijî. 

Darînê Daryo

Ev birc bilindoka (yukselen) hemû kurdên ku nivîsîna kurdî dizanin e. Çawa nivîsînê hîn dibin hemmmû dibin Darînê Daryo û piştî nivîsîna 2-3 pirtûkan Xelata Nobelê dixwazin ha gidî haa, hêdî bajoo. Kesên ji vê bircê her roj şerabê vedixwin û foto dikêşin. Fularê li dora stûyê xwe dipêçin û xwe tenê nivîskar dibînin. Hinek jin ji sedema ku hejmara jinên dinivîsin kêm e, xwe wekî ji asîmanan de bi zengil hatine hîs dikin. Romannivîsî ji bo wan nîrvanaya nivîsê ye, de bila û bla bla bla..    

Quşxane

Ev birc ya merivên beredayî ye. Ji xeynî wan her kes viya dizane û ji bo ku neşkên ji wan re nabêjin. Quşxane ji wan bêtir bi kêrî mirovan û mirovahiyê tê.   

Kurdekî-ê bêwelatê bi xelat 

Hin Nivîsen Nivîskar

HESKÎF

  • 13 Avrêl 2018

Şevek ji şevên havînê bû. Em çûbûn Heskîfê. Hîvronê bi peywirek cuda li esman şuhle dida. Heskîf di himbêza hîvronê da radiza. Em...

GÎHAYÊN AJAN

  • 27 Gulan 2017

Silavên bi sîr û pîvaz gelî xelqê pincarhez. Hûn kutken (rojekê qamyon li peyva “çi dikin” qelibiye û piştî wê bûye...

Xanî, Dem û Xem

  • 14 Adar 2017

Car carnan bêhna min ji tiştên nû teng dibe, xwe davêjim bextê tiştên zemanê berê ku nefetisim. Xwezî fetisandin tenê bi bêhnstendin û dayînê...

Hemû Nivîsen Krîstîn Ozbey

Krîstîn Ozbey kî ye?

Youtube Me

8751 Alya

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Pirtûka Marquez piştî 10 salên mirina wî çap dibe

ad

Qedera kurdan di destê sê kesan de ye

ad

Mixabin: Eşq 2 sal, 6 meh û 25 roj didome

ad

Rojnameyek nû 'Ozgurlukçu Demokrasî' derket

ad

‘Cegerxwîn, ji bo kurd statuyê bi dest bixin xebitî’

ad

Li Hesekê êrîş li dijî gelan e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Culemêrg çi reng e dayê?

  • 29 04 2026
news

Tûrnûvaya Futbolê ya Navsaziyan bi 44 tîman dest pê kir

  • 29 04 2026
news

Ev tenê mabû: Ji her derê dîmena Trumpî derdikeve pêş amerîkiyan!

  • 29 04 2026
news

Ji bo Mûş, Mêrdîn û Şanliurfayê dema lîstina maçên play-offê ye

  • 29 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname