Diyarname
Li ser rewşa Sûriyê sibê dê li Cenevreyê civînek ligel muxalifên rejimê û dewletên navneteweyî li dar bikeve hat gotin ku dê civîn bê taloqkirin. Lê Reutersê xwe gihandiye Khawla Mattar (berdevke Stefan De Mistura) û Mattar gotiye civîn nehatiye taloqkirin, hevdîtîn sebê dê bidomin.
Pêşî gere roja 25'ê mehê li dar biketa, dûre ji bo 29'ê mehê hat taloqkirin lê îro Hevserokê PYD'ê Salih Muslim û endamên MSD'ê Maram Dawûd ji bo Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) axivîn û gotin ku civîn ji bo demek nediyar hatiye taloqkirin. Der barê talopkirina civînê de hê tu agahî nehatibûn dayîn, lê Reutersê di vî warî de nûçeyek din weşand.


