“Zanîn bibîranîn e”
Bîra min nayê kî ev peyvê gotibû, lê wisa maye bi hişê min ve û her tim ez lê dihizirim…Lê kê gotibe jî xweş gotiye. Xwediyê peyvê dibêje ku heger hûn tiştên bûyî bînin bîra xwe deriyê zanîn û ilmê dê li we vebe. Ango, hemû zanebûn di nava “borî” û “bûyî” de veşartî ye.
Heger hûn piçek din vê peyvê biteqilînin hûn ê laqayî vê rastiyê jî bên ku zanebûn berhemeke dema borî ye. Lewra, ji bo ku tiştek bikaribe bi têgiha “zanînê” bê binavkirin jê re saxtîkirin, ceribandin û qebûl divê. Ev merhele jî bi serencamên dûr û dirêj hewce ne…
Vê gotina mezinên me bîra xwe werînin:
“Pêşiyan ji paşiyan re tiştek nehiştiye” !
Nexwe tişta ku divê em bikin û qîma xwe pê bînin hew bibîranîn e? Ez ji aqilê xwe dipirsim: Wan tu tiştek ku em bikaribin bibêjin û bikin nehiştine qey?
Lê çawa! Pêşiyan ji me re gelek tişt hiştine: Çîrokên şevên dirêj, klamên evîndariyê, peyvên bi graniya hingiv û jehriyê, pirtûkên stûr û peritî, nivîsên li ser kevirên seqî verojtî… xwî û xisyeteke qedîm ê kêfxweşî û xemgîniyê, hezkirin û nefretê…
Aqilê min bi min dilîze, zanebûna min berovajî hev du dike:
Borî dêyeke emekdar û bavekî bibext e…
Divê ku ew bi bîra ewladê xwe kevin; bi text û bextê xwe, bi zanebûn û merhemet û dilovaniya xwe… û bi wê hezkirina xwe ya ku derya difetisandin…
Maqûlên berê...
Wan canik û camêrên xwedayî… Jinên ku bi wê xwîna xwe ya germ û bi wê dilbijokiya xwe ya dîn ilmê hezkirineke comerd hînê mêrên xwe dikirin… Mêrên wan ên ji sedemê agirê evîna wan dimirin û dikuştin… Ji sedemê hezkirinê cilma giran diket stûyê wan, cezayê kulê li canê wan dihate birîn… di binê zindanan de por spî dikirin û diran dirizandin…
Maqûlên berê… qewmê li reqs û govendê, qewmê ku li miqamê stranan diliviya, li meydana şer dibeziya û kela neqeb dikir… qewmê ku bi devê birçî, bi lepê birçî, bi zik û binzikê birçî diçû ser goştê biraştî, goştê jîndar û dahiştî… û timî şêkirdar bû ji xwedî û xwedayê xwe re..,
Qewmê ku bi şiklê şêr rûdinişt li dîwanê… qewmê serpişt û şaristaniya mêtiyê. Û keysariya nêr a bi teniştê ve şûr daliqandî…
Maqûlên berê. Bavê(n) berê.
Rustemê ku dora derba pêşîn dida dijminê xwe; ji bo ku bext neşikê û mêrxasî bimîne li ser şerefa xwe. Şêrê Elî… di şerekî giran de pozê zulfîqarê dispêre sînga yê “gawir.” Zilam tûyê ser çavê wî dike û Şêrê Elî şûr ji ser sînga wî hiltîne. Kafirê ku ziman bostek ji dêv kişyayî, bi qîrîkek ziwa jê dipirse: “Ji bo çi te ez nekuştim?” Şêrê Elî lê vedigerîne: “Ezê îro te nekujim. Lewra te tûyê min kir û te nefsa min qehirand. Heger ez te bikujim divê ji bo Xwedê bikujim, ne ji bo xwe” !
Zanebûn û mêrxasî ew e ku mirov di meydana şer de bikaribe şerê nefsa xwe bike û wî têk bibe…
Şîret. Şahînet. Û bexişandin…
Li welatekî ku gelek maqûl lê qesidîbûn û jê çûbûn… min pala xwe dabû dîwêr, çavê min li berpalên çiyayan û guhê min li guhdariya komeke zilamên ku behsa “maqûlên berê” dikirin bû. Kalekî diranketî, Descartesekî sêwî wiha gotibû: … lê hemî çûn. Mêrên berê, jinên berê, li hespên berê siwar bûn û çûn…”