Diyarname
Pirtûkeke din a helbestan a Arjen Arî derket: "Çil Çarîn." "Çil Çarîn" bi du alfabeyan hatiye çapkirin.
Îsal pêşî pirtûkan helbestan a Arjen Arî bi navê "Şêrgele" ji Weşanên Avestayê derketibû. Berî ku sal temam bibe niha pirtûkeke wî ya nû derket pêşberî xwendevanan: "Çil çarin".
Pirtûk ji Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê derketiye û bi du alfabeyan, bi alfabeyên Latîn û Erebî hatiye çapkirin.
Ev dîwan nivîskarê malpera me helbestvan Arjen Arî ji pêşgotineke dirêj di der barê serboriya çarînê de û 40 + 14 çarînan pêk tê.
Her çarîneke di pirtûkê de wekî çavkanî xwe dispêre gotineke/biwêjeke pêşiyan û wê gotiné/biwêjê bi servezêdekirinekê didarizîne.
Zimanê Arî yê helbestî, yê kûrwate xwe di çarînan de nîşan daye û têrçarîran pêşkêş dike.
Helbestvan Arî ji bo pirtûkê pêşekeke dirêji li ser çarînê nivîsandiye. Arî dibêje, "Çarîn, bi navê xwe yê din rubaî, wekî şêweyeke şiîra dîwanê, şêweya peyv di hev de û hindik, rista herî qayim û tebût, ahenga herî lîrî û neyî, awaza herî lihevker, hizra herî kûr û berfireh, têramandina herî bi hiş, dilînên herî dawerivandî bi yekahengî bi hev ve dike û bi çar ristan dibe perwazê deriyê dinyayeke hundirîn, ku mirov her û her dixwaze wê bike xewletgeha xwe" ye û van bi ser de lê zêde dike: "Û jixwe; her tişt weke peyva ewil a ku diniqûte beyara dil û pê re pe rê her bêje weke gulên berbiro vedibin, dest pê dike.
Her destpêk encama serencamekê, pêngava gaveke nû ye.
Mîna rûyê gula berbiro, rûyê helbestkar jî ber bi aso û bergehên nû ve ye. Ev liv û tevger lêgerîna biservebûn, berbixweveanîn û zevtkirina nûjeniyê ye."
Yek ji taybetiya pirtûkê jî dualfabebûna wê ye. Li ser vê çimaya vê yekê helbestvan Arjen Arî ji bo me wisa got: "Ji bo hembêzkirina helbestê, ji bo ku her du alî bikirin jê sûde."
Arî di vî warî fikra xwe bi van gotinan tîne ziman: "Heta biryara siyasî ji bo yekalfabeyê hebe, bi ya min heta derfet hebe berhem bi her du alfabeyan bin dê baş be û her du alî dê bikaribin hev binasin."
Arî li ser vê mînakeka "Li başûr haya soranan qet ji edebiya kurmanci nîn e" û wisa dibêje.: "Dema berhema Helîm Yûsiv werdigerînin tîpên erebî eceb dibînin, wisa jê hez dikin. Mînak di Festîvala Gelawêjê de
biraderekî li ser berhemên Mehmed Uzun lêkolîn kiribû, beşdaran bi baldarî guhdarî dikirin, gelek kêfxweş bûbûn."
Arjen Arî kî ye?
Nivîskarê me Arjen Arî di sala 1956'an de, li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979'an de Enstîtuya Perwerdeyî ya Diyarbekrê Beşa Zimanê Tirkî qedandiye.
Arî, di sala 1976'an de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê tê girtin û polîs dest datînîn ser şîrên wî yên bi tirkî û kurdî. Piştî bi hefteyekê wî ber didin lê helbestên wî hê jhi di mexzena Dadgeha Nisêbînê de girtî ne.
Di gel, ku wekî cara pêşîn di kovara Tîrêjê de helbestên wî weşiyan tê zanîn jî rastî ev e: Helbesta wî ya pêşîn di belavokeke ku li herêma Mêrdînê hate belavkirin de weşiya. Ew helbest ji sê malikan/beytan pêk dihat û malikek jê ev bû: Du mirin kirin mahne, rakirin ling Nisêbînê/Xewa sibê bela kirin, avêtin nav tirs û xwînê.
Nivîskar û helbestvan Arjen Arî di sala 1992'yê li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrîşeke çekdarî tê û bi birîndarî radikin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Arî ji wê rojê de li Amedê dijî. Her wiha her roja şemî nivîsa xwe ya nû pêşkêşî xwendevanên Diyarnameyê dike û di heman demê de di Azadiya Welat de qunciknivîskarî dike.
Berhemên wî
Ramûsan min veşartin li geliyekî, Şi‘r, Avesta, 2000
Ev çiya rûspî ne, Şi‘r, Avesta, 2002
Destana Kawa, Weşanên Elma, 2003
Eroûtîka,Weşanên Lîs, Şi‘r, 2006
Bakûrê Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok, 2008
Şêrgele, Şi‘r, Avesta, 2008
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.