Bihar xwe dispêre ber derê me, di dêst de kulîlkên nûpişkivî, lê hinekên wan hê di xar da ne...de qey wextê guhdarkirina dengbêjan e! Ji “kilamên ser dilan” şinginiyek, zirav zirav diherike kerika guhên me...Bihar e, qulingek diqingîne li rajorên Serhedê: şerbetek sivik tevdîr bikin, îro dengbêjek li we mêvan e...
Deng e, bengînî ye, sura sibê melajoya bejinzirav bi ser kulîlkeke çavkesper ve ditewîne, êşeke şeng giran giran dilive û tevlî bayek hênik dibe, pêre dar û devî reng girê didin ...û ji xafil dengbêjek hespê xwe zengû dike û li wê duryanê diçe tê, diçe tê...Kofîkêl in, biskbitêl in, porkej in, navqendîl in, rûesmer in, enîgewer in, gerdenzer in, xwînşêrîn in...tev de bi lîrîzmeke pîroz di klama dengbêjê min de têne semayê...Zerîçeleng dimilmilin, dêreyên etlesîn rast û çep li bê dikevin, morî û mircan ji gerdenên wan diweşin tên xwarê û dilbikulê min hûrik hûrik lê digere...
Ez zarûkek bûm, min pişta xwe spartibû wê dara li axpînê. Zêr û xişrên şaristaniyên giran di kûp û kûzikan de diveşirîn, şûrên şer ên seqakirî di kalanên xwe de dirizîn, te çax û bend didan bin piyê hespê xwe û te klamek evînê digot li wê fêza zozanê me yê Xamirpêtê, te hêsir li ser dêmên dilketiyan dikir tîremar dengbiêşê min....
Keserek betilî ye degnbêjê min, rêwiyek bi rojî ye, tî ye, devê wî bi pêsîrên keçikan hatiye vaftîzkirin, loma jî eflazşêrîn e, “dilê wî ziyareta nîva dinê” ye ku “am û alem tev diçinê, şêx û mela berê xwe didinê”...Dilbijokek sengesar e, cahda çavkaniyên delal dike, di himbêza xewnên revoke de radize, kolosê wî li xizêmên zîvîn asê dimîne û destên wî hînê nermahiya hevrîşim û memikên qewmê şox bûne. Çavên wî li temaşeyê, guhên wî li guhdariyê, devê wî li karê ramûsanê ye...
Bihar e, kulîlkên nûpişkivî ji dêst dipirûskin çavên me, wext be, ne wext be, sura sibê li me dizîvre, mirûz ji ser çiyayên hember radibe, ez pişta xwe li wê dara axpînê diedilînim, qulingek dike qingînî û li wê fêza zozanê me dibore: derî ji dengbêjê xwe re vebikin, dilê wî bi kul e, bi elem e, bi keser e....
2 adar/2006/ Mêrsîn