Bikeve çepê min, ez xwe bispêrim gewdeyê te, rêyek bi ser baxçe ve difitile û ber bi çiyê ve diçe, min bi wê hêlê ve bibe. Wext esir bûya çêtir bû, lê hema min qîma xwe bi her tiştî aniye îro. Wê telefonê jî qut bike. Bi min mekene dostê min, halê min ne tu hal e.
Ji hundir ve xuya nake, loma jî hemû tişt li ber pêlên derewîn diçin. Destên me derewîn in, çavên me, piyên me, rûyên me, tev de derewîn in, ji ber ku em bi rêya wan li hevdû derewan dikin. Kulekiya ling, tevzên rû, lerzên dest, hêsirên çav nema dikarin bibin şahidên dilsoz ji wî hundirê merezî re.
Na, ne felsef e ye, rihê min, ne tu baş dizanî ku ez ji wê retorîka rezîl dibehejim. Û qet behsa helbestê neke, ez nema dixwazim wê zaroka çavhêşîn a diranmircanî bikim şirîka gunehên xwe. Bi alî rastê ve bişkîne, em xwe bavêjin berpala vî girî. Ax, xwezî dem esirbûya, tîra rojê xwe dida eniya me, ka cixarekê pêxe, em dor bikin, mekene lo, sêwiyek bim jî ez niha ketime bextê te.
Erê, xiniz e, bêkeys e...Bêsiûdiyek ji nedî ve li bejna min difesile, tu rê û deriyek li ber min nakeve. Xemên min... yanê wilo tahl e, xem li min diazirin, wextê ku bagera tîqetîqa wê qehpê sihêl dibe, ez di ciyê xwe de dimînim jar û şikestî. Wê çaxê... ka em pişta xwe bidin vî zinarî... ez dibînim ku êşa min zêdeyî min e. Wilo rewşek pêsîrtengî ye û ez tê de zevtkirî me. Wê çaxê ez kêrê ji zikê zeveş dikişînim û didim ser dilê xwe... ka devê wê şûşa şeravê veke û deyne navbera min û xwe û mekene, te dît wextê ku em dihatin vir, beqekî ketibû ser rê û tekerê erebeyê dabû ser û nîvê laş jê quraftibû, a li wî beqî bifikire. Te dît, bi nîvê mayî çawa ber bi coya avê ve dikakijî. Wilo em hêsîrê vê jiyanê ne. Beq û req û ez û tu, em tev de. Loma jî min nekarî ez dest bibim xwe û sêva dil kerî bikim. Min pozê kêrê li zebeş zîvirand û min bi lez û bezek pêkenî ew perçe perçeyî kir û tu hatî, em rûniştin û me ew bi hevdû re xwar.
Erê, ne carek e, zêdeyî deh carî ye ku ez vêya dubare dikim. Paşê ez xurtî ji xwedê dixwazim ku nema min li vê tiştê bifikirîne. Qehpek bêfedî be jî jiyan bi têra xwe şêrîn û hêja ye... ka cixareyek din pêxe û mekene, te dît wê roja ku wê eniya min maç dikir û lêvên xwe bi giranî di ser pozê min re ber bi jêr ve dadigerand. Te bi vî kenê xwe yî şeytanî derî bi ser min û wê de girt û tu çû, a li wê rojê bifikire.
Na, ne çîrok e, mîrê min, xewnek revoke ye ku mirinê ew zû betilandiye... Ax, ewk e... Carekê hok li min badaye, ez nema dikarim ji wê mesîla naletî averê bibim. Dizîvirim û ji bilî te tu kesekî li du xwe nabînim û heger dem jî esir be ezê ji dil qîma xwe bi vê stûxwariya sengesar bînim....


