logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Rifat Arya/ Mesîla Dil

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil

Xîreta Nivîsandinê

  • Dîrok: 09/02/2009


Wextek gelek dirêj di navê re çû ku ez ji bo Diyarnamê nanivîsim loma jî edîtorê wê yî pir hêja, Cemîl, ez bi cangiraniyê “tewanbar” kirim. Hingî ku xortekî kûbar û xwedan rûmet e zimanê wî nagere ku bêje tu “tral î”. Lê min ji kenê wî yî dostane û jidil tê derxist ku a di dilê wî de ku dixwaze bêje ev peyv bû. Pê re,  klameke dengbêjî bîra min hat ku jinik ji hezkiriyê xwe yî berê re dibêje “tu kal î” û zilam wiha lê vedigerîne:

Wele ez ne kal im, bîlle ez ne kal im
Ez koçer im, xirabmal im
Ez rêwî me, bêheval im
Akincî me bêpergal im
Ji derd û kul û keserên te dinalim

Heger ez ne ew bim jî hema destên min sar in…ji hemû tiştî. Dilê min ê ku bi bihîstina stranekê, bi dîtina guleke di xar de, bi destpelandina pelê kevotekê yan jî fêkiyên bedeneke germ qiyamet li canê min radikir, niha mîna dareke ziyaretê ku kes riya xwe pê naxe wilo serpêl û bêliv maye li berpala girekî.
Carna hin camêr halanan di min hil didin, wisa xîretek tê min, xwîn sivik li damarên min dibeze, sancûyeke tûj li cîgera min dide û ez pê re dipengizim ser kompîtorê. Destpêkê, gelek hest li dilê min dihewir in. Bi hezaran peyv û hevok û hêma bi tîrêjkên hûr û gir sînyalan didin û li esmanê xeyalên min mîna stêrkan diçirûsin, geş dibin, dinepixin. Wê çaxê ez hem kêfxweş dibim û hem jî pê re dikevim panîkê. Dixwazim pêşî lê bigirim û bêyî ku yek bi tenê ji bala min biçe, binivîsim. Lê mixabin çê nabe. Mîna hin kesên ku di fîlman de, mecbûrî betalkirina bombeyek li teqînê dibin û şîfreya kambax nayê bîra wan, wisa ez jî dikevim panîkê û yek bi yek peyv ji sînorê mejiyê min diçin der û divemirin. Tevî ku ez dizanim şaşî di ku de ye jî, her carê ez mifteyê li kilîda deriyê ku ne bi hewceyî vekirinê ye diceribînim…
 …ku ev derî li hemû serpêhatiyên êş û nexweşî û azar jê diçizirin vedibe. Her ku ez derî li vê cîhana çarawêl bi êşên kozmîk rapêçayî vedikim ez bi vê rastiyê digihêm ku sedem vê derbirina min a êşxwaz e. Tevî ew qas xweşî, şahî û bextewariyên ku min di zarokatiya xwe de bihurtine jî, her cara ku daxwaza nivîsandina tiştekê li min radibe yekser ez dikevim şopa  rojên bi keder û demên bi renc û girî. Ew qas bi min şêrîn tê ku ez xwe bi gelî û mesîlên wê cîhana xwe ya mişt ji tahliyê ve berdim. Dû re, li wê derê, çavên xwe li qencî û xweşiyên ku min dîtibûn bigirim û li wargehên xwe yên têkçûyînê ji nû ve bibim mêvan, li wê derê, tenê bi kul û kurederên xwe, bi windabûn û şikestinên xwe, bi jêmayîn û nîvcûmayînên xwe dakevim… da ku cegera min bêhtir xwîn bigire, da ku serê her carê tewş û merazarî ji wê derê vegerim.
Carna tê devê min ku ez bêjim mafê min nîn e ez xelkê bi tahlî û diltengiyên xwe zivêrî bikim, ya qenc ez dev ji xwe û vê nivîsê berdim, lê hin dostên dûr bi rêzikên xwe yên safî ji milkê bavê, behsê ji hundir ve tînin ser êşeke hevpar û gerdûnî û li min dişidînin:

…
Erê, tu hebekî hûrik î
Erê, tu hebekî kinikî
Dîsa jî te nadim bi axa welatekî !*

Wê çaxê ez tê digihêjim heger mafê min ê nekirina tiştekê hebe ew jî qelsî û xwînsariya bi vî zimanî re ye. Tu hincet nikare bide ser nivîsandina bi vî zimanê dilrevîn û bedew.
Ma kê kariye li ber pêşa daristanê bextewariyê, yan jî li ber qeraxê gola aramiyê romanek binivîse li ser bajar û evînên tozgirtî.** Heger êşên te nebin kurmên jahriyê û di canê te de her nelivin tu yê çawa binivîsî.
Û nema bi min derew tê ku hin nivîskarên nivîskar û hin kesên wekî min dikin ku bi çavê nivîskariyê li xwe binêrin wiha dibêjin: “Roja ku nenivîsim mirina min e!”


*Spas ji bo Seydayê ku Eroûtîka nivîsî û kir ku ez vê pirtûkê di pirtûkxaneya xwe de bidim tengala dîwanên Cegerxwîn.
** Pir bi derengmayî be jî ezê ji bo wê romana bihagiran, Sobarto, ji nivîskarê wî re bêjim sedaferîn…

rarya-@hotmail.com

 


Têbiniya Diyarnameyê:
Ji bo kesên eleqedar:
“Eroûtîka” pirtûka helbestan a nivîskarê me Arjen Arî ye ku ji Weşanên Lîsê derketiye.
Romana “Sobarto” jî pirtûka nivîskarê me Helîm Yûsiv e ku ji Weşanên Avestayê derketiye.

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Mirineke enstrumantal

  • 22 Pûşper 2007

Vê sibehê, hestekê mîna naqarata klamek ku di nava qatên demê de krîstalîze bûbe li dilê min da û derbas bû ! Dibe ku gazincek be ji bo vê bihara ku...

Siyabend û Zîn, Mem û Xecê

  • 01 Gulan 2008

 Siyabend xortekî serhildêr e. Mêrekî bi bext, şervanekî dîn e. Paxavê bi beg û giregirên eşîran nake. Serî ji zilmê, neheqî û...

Maqûlên Berê

  • 06 Tîrmeh 2008

“Zanîn bibîranîn e”Bîra min nayê kî ev peyvê gotibû, lê wisa maye bi hişê min ve û her tim ez lê dihizirim…Lê kê gotibe...

Hemû Nivîsen Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket

ad

150 hezar hebî qelbî viraştî

ad

6 gol hebûn, nekarîn bi hev

ad

Xelata Mafên Mirovan didin Leyla Zana

ad

Li Tirkiyeyê malpera Playboy jî hate girtin

ad

Ji bo dilê xwe van tiştan nekin/bikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname