Li dû “Ax”a MAHABAD'ê
“Ev kevir qedera vê axê ne. Şûşa dil şikest, ax bi xwên e.”
Xwehê, ev çîrok a “do”ya “ax”ekê ye; ji oxma wexteke “biax…” Ew wext “berê” bû -berê! lê “do-berê” li vê “ax”ê çû ava û va “îro”yê ziman bi Xwê kir û hilanî… “axx...”
Ax jî çi ax! û xwezî Xwehê ne bi “ax”ê û ne jî bi “xwezî”yê... -û ne bi zimên û ne bi zimên... Vî Diyarî “ax” ji bîr kiriye mehrûmê, “bêaxî” ji ber kiriye, “bêaxî”; ev Diyarê ku ne “ax”ê lê belê “xwelî”yê bi zimên vedayî.
Ev War bi-sûr e, li ser ziman -ê te masûr e ev Diyar. Û çê eyan e, Diyarbekir tû kir û tû kir -û ziman ji devê xwe kir...
Te navê… te navê ku tu li “Vir”, li “bênavî”yê bibî Xweh! Û mebêj “weh! hema wiha..?” Ax çaw bêjim, çawa… bêgavî axx! Û axûzî ye “bênavî...”, li “Vir” çê’d vê giham. Têgiham ku “Vir” axirzeman e Xwehê, axirzeman, û Diyarbekir e ev der; Diyarbekir ziman -ê xwe xwar!!!
Heyhat Xwehê... û bobelat û bobelat û bobelat! Diyarbekir xwe ji “nav”ê xwe kir... ji “nav”ê ketiye şêwira “bênaviyê” -û pê re rê, û pê re zeman bêziman bêziman…
Bibore, li min negir... lê Diyarbekir ev çîrok ji bîr kir Xwehê, ji bîr kir... Lew tu dengî li dil nekir -ne yê axê, ne yê kevir.


