Mehmet Çakmak
Gelî canik û camêran, şanoyên xelk û alemê ji ber ku werza wan bi dawî bûye hema hema hemûyan perdeyên dikên xwe girtine û ketine nava bêdengiyeke nîvmirî de. Tam jî di merheleyeke wisa de wekî ku bêjin em li hember vê pergalê derdikevin û em ê edetek nû bînin ji vî gundî re Şanoya Bajêr a Amedê xwe li karekî nû û têra xwe qerase qewimandin. Bi lîstika Mem û Zînê ku ji berhema Ehmedê Xanî hatiye wergirtin bi teşeyeke cuda û wêreker ji bo şanohezan hate amadekirin.
Heyran, ev demeke dirêj e ku Şanoya Bajêr van karên xwe yên serketî dike. Wekî gelek kesan ez jî wekî şanohezekî dilsoz bi kelecan li hêviya wan dimînim da ku karibim lîstikekê temaşe bikim û hinekî jî tehma wê derxim. Mixabin ji ber kêmderfet û sedemên ji hêla me tevan ve tên zanîn ligel ew qas destan, wêje, ziman û serboriyên me zêdetirê lîstikan wekî werger derdiketin pêşberî me. Qonaxa wergerê jî bi ya min heta derekê tê famkirin. Divê her gavê jî hebe û em karibin ji azmûnên cîhanê sûdeyê werbigirin. Lê diviyabû êdî diyardeyek hebûya ku em karibin bêjin, belê rast e, va ye werger rola xwe dilîze.
Ev pêvajo dereng ma, ji ber vê jî hin rexneyên di vê babetê de ên di cî de bûn. Lê êdî ez bawer dikim ku gotinek me heye bi Mem û Zînê. Lewre gava ku min lîstik temaşe kir, tavilê lîstika Hamlet hate bîra min. Wekî gelek miletan me kurdan jî Hamleta xwe lîstibû. Ligel ew qas rexne, kêmasî û nîqaşan ji Hamlet em gihîştin Mem û Zînê. Kesê ku wekî nivîsar li Hamletê xebitî nivîskar Kawa Nemir bû. Nemir, hinekî jî bi heman rêyê derbasî Mem û Zînê jî bû.
Bi ya min cihê şanaziyê ye ku em bêjin êdî me jî Mem ûZîn heye. Bi her awayî Mem û Zîn ji bo me mînak e û di heman demê de hebûna kurdan e ya li ser rûyê cîhanê. Ew nirxê bêhempa di Qesra Cemîl Paşa de ji nû ve vejiya. Ez bawer dikim ku piştî vê lîstikê rihê Ehmedê Xanî bêhtir şad û bextewar bûye. Ji ber ku hin kurd derketine û xwestine wî fam bikin.
Derhêneriya Mem û Zînê Ruknedîn Gun kiriye. Camêrê qenc cegereke çawa li ser e nizanim. Bi rastî jî xwe xistiye bin berpirsiyariyeke giran û mezin. Ez dibêjim ne hedê her mirovî yan jî hunermendî ye ku di vê astê de karekî bike. Mijar Mem û Zîn e, muzîkal e, di nava lîstikê de reqsa nûjen hatiye bicîkirin û ew hemû ne di salonekê de, ne li ser dikekê, di qesreke dîrokî û mezin de hatine kirin.
Di şanoyê de ji vê re dibêjin şanoya mekanî ya jî şanoya malî. Heta niha min mînakeke wisa temaşe nekiribû. Ez li rastî hin performansên derve hatibûm lê di vê astê de qet tunebû. Ez tenê ji vê hêlê ve jî li îstikê binêrim û binirxînim jî ji bo min serboriyeke cuda û têrbaş hêja bû. Ew taybetiya şanoyê ya ku ji mirov re gelek rasteqîn tê û mirov xwe di nav de dibîne di vê şêwazê de bêhtir derket holê. Qesra Cemîl Paşa cihekî gelek fireh e, mirov digot qey her tişt rast e. Êvara ku min lîstikê temaşe kir, heta sibeyê ji ber çavên min neçû. Gelek dîmen ji lîstikê li ber çavên min diçûn û dihatin. Divê ez vê jî bêjim ku ne ew lîstik e ku mirov tenê carekê temaşe bike.
Ger di derbarê lîstikê de çi erênî çi jî neyênî çend nirxandinên li gorî xwe pêwîst bikim. Di serî de zimanê şanonameyê di cî de û fambar bû. Divê mirov Kawa Nemir pîroz bike. Gava mirov li axaftin û diyalogan guhdariyê dikirin di nava biwêjên kurdî de mest dibûn. Dibe ku hin kes vê yekê pirolekirî bibînin. Bi ya min ne wisa ye, taybetiya vê lîstikê û bi giştî zimanê Ehmedê Xanî yê resen li hev û din dikin. Denglêdana gelek lîstikvanan jî di cî de bû. Diyar dibe ku li ser ziman gelek xebat hatiye kirin. Ji vê hêlê ve lîstik encamdar e.
Ji bo pevbestînê çend xal hene ku divê hinekî were nîqaşkirin. Ji ber ku em tenê temaşevan in û ji pêvajoya xebatê ne haydar in û me şanonameyê nexwendiye, tenê dikarim ji paceya xwe binirxînim. Pevbestîna lîstikê hem bi nivîskar û hem jî bi derhêner ve girêdayî ye. Ev nirxandinên min zêdetir bi kê ve girêdayî ye nizanim, lê tenê dizanim ev hene.
Ligel serketin û girîngiya lîstikê, di hin deran de lîstik wekî çîrok dereng diherike. Ez li hêviyê bûm ku wekî rûbarekî çîrok biherike. Ji ber ku çîroka Mem û Zîn gelek herikbar e. Car caran di nava newayên muzîkê de em xwe winda dikin, lê di hin ciyan de jî tevger gelek giran in. Di nava lîstikê de wekî mînak; gava ku Mîr ji nêçîrê vedigere û Mem û Zîn xwe vedişêrin dikaribû bi awayekî din biherikiya. Wekî temaşevan em ne di wê atmosferê de bûn. Berî ku Mîr were, Mem û Zînên reqsvan gihîştine cem hev. Di wir de em bi reqsê dikevin cîhaneke din û ew cîhan têra xwe razber e. Paşê bi carekê de wekî ku em ji xewnê şiyar bin em vediregin qesrê. Em wê tirs û kelecana Mem û Zînê nabînin. Di berdewamiya wê dîmenê de gava ku Tajdîn mala xwe dide ber agir jî heman qelsî dixuye. Dibe ku terciha reqsê di vir de xelet be.
Di derbasbûna dîmenan de giraniyek hebû. Ji min re wekî dîmenên fotografan hatin. Helbet ev jî tercihek e û gelek caran bi ser jî ket. Me tu kesî texmîn nedikir bê ew ê lîstik li ku derê qesrê berdewam bike. Piştî demekê mirov hînî vê dibe. Di wê mekana fireh de helbet teknîk têrê nekir. Ji ber vê jî ronahî dikaribû serketîtir bûya. Ji ber ku roj roja ronahiyê bû. Di derbasbûna dîmenan de her gavê vebêj hatibû bikaranîn. Wekî şêwaz li gelek ciyan vebêj li cî bû, lê ji ber ku roleke mezin jê re hatibû veqetandin ev dibû sedema giraniya lîstikê.
Lîstik sê alî ye. Muzîk, reqs û lîstikvanî. Wekî fikir gelek baş e. Min her sê tehman jî cuda cuda jê wergirtin. Wekî lîstikvan mixabin Mem û Zîn tunebûn. Qelsiya ku ez dibînim di vir de ye. Mem û Zînên muzîkjen temam, ên reqsvan jî temam, kanî Mem û Zînên lîstikvan. Pevbestîna lîstikê li ser her sê xalan e, lê xala mezin lîstikvanî kêm maye. Ji bilî Mem û Zînê têra xwe lîstikvan hene û dilîzin, lê Mem û Zîn tune ne. Hin replîk ji muzîkjenan re hatine nivîsandin, ew jî qels mane.
Performansa Zelal Gokçe û Elî Tekbaş wekî muzîkjen têra xwe hêja bû. Her du deng û awaz gelek xweş li hev kirin. Her du jî bûbûn Mem û Zînên rastî. Wekî reqsvan Yeşîm Coşkûn û Serhat Kûral jî ciheke baş girtibûn di nava lîstikê de. Performansa her duyan jî di asta herî bilind de bû. Vegotina laş bi awayê reqsê ji bo me tevan jî gihîşt merheleyeke din. Lê hemin reqs hebû, dikaribû bêhtir cih bigirta. Bêyî ku demê li lîstikê zêde bikira formuleke din dikarîbû bihata dîtin. Reqsa ku ji bo şeva ewilî ya Tajdîn û Sitîyê hate kirin lîstikê ji nav qaliban derxist. Jixwe tu vegotin û lîstikvanî nikarîbû wek reqsê wê şevê wisa derbas bike.
Di derbarê performansa lîstikvanan de jî wisa difikirim:
Kekê Mesût: Axir vê carê di roleke cuda de lîst. Vebêjî gelek lê hatibû, denglêdana wî û dengê wî li kurdî gelek xweş hat. Em tu kes jê aciz nebûn. Piştî salan, bû karekterekî din. Bi hêviya vê berdewamiyê.
Yawûz: Yek jê performansa herî serketî jî ew bû. Ji ber xwe ve karekteran diafirîne. Bi ya min ji bo gelek lîstikvan û xwendekaran mînakeke berbiçav e. Tu carî xwe dubare nake. Di her karekterî de dibe yekî din. Tevger, jest û mîmik, awayê axaftinê û deng tevahî diguhere bi wî re. Beko encax dikaribû ew qas baş bihata lîstin.
Kekê Kemal: Wî standarda xwe zeft kiriye. Mirov dibêje qey formuleke wî heye di bêrika wî de. Rûnermiya wî li mîrîtiyê jî hatibû. Ew bibe kî mirov jê hez dike. Lê divê carinan ew bi xwe jî hinekî aciziyê ji xwe his bike.
Ozcan: Kurdeke resen. Bi rastî jî wekî pêlewanekî disekinî. Nizanim ji ber riha wî bû, wekî temen hinekî mezin dixuya. Performansa wî ku Beko dide ber xencerê ya herî hêja û serketî bû. Ji bo performansa giştî mirov nikare heman tiştî bibêje.
Rêzan: Kesa ku ez herî zêde pê êşiyam ew bû. Çima? Ji bo kurdî tiştekî nabêjim, hermet xwe pêş xistiye. Lê mixabin bi awayekî hişk xwe dubare dike. Di her lîstikê de ez wê wekî heman kesê dibînim. Ji demeke şûn ve mirov nikare ji vê re bêje lîstikvanî. Tenê ezberek heye, ew qas. Ji ciwantî û tevgerên wê mirov li hêviya performanseke din e.
Di encamê de me lîstikeke xweş û xwerû kurdî û serketî temaşe kir. Wekî pêşniyar divê versiyona vê lîstikê ya ser dikê jî hebe. Dîsa ger ev lîstik li Qesra Cemîl Paşa were lîstin divê ji bo temaşekirinê platform hebin. Bi hêviya lîstikên xweştir û serketî.