Diyarname
Li ser begê Bedlîsê Evdal Xal dê gotûbêjek bi sernavê "Bi nêrîneke wêjeyî dîrok-Begê Bedlîsê Evdal Xan" li dar bikeve. Gotûbêja ku ji aliyê Weqfa Çandê ya Baran Tursun ve tê organîzekirin li navenda weqfê ya li Karşiyakaya Îzmîrê bi beşdariya nivîskar Cîhan Roj li dar dikeve.
Cîhan Roj ku romanek li ser Bedlîsê lêkiriye lê hê nehatiye weşandin li ser Bedlîsê û mîrîtiya wir gelek lêkolîn kiriye. Endamê Lijneya Şêwrê yê Diyarnameyê nivîskar Cîhan Roj wekî axivger beşdarî gotûbêja ku dê 4'ê mehê saet 14'an de li dar bikeve dibe. Roj, di gotûbêjê dê qala Evdal Xan û wê serdemê bike.
Ji bo kesên eleqedar:
Navnîşan: 1870 Sokak Baran Tursun Apt.No 42/1 Karşıyaka-İzmir