Li dû Destê MAHABAD’ê
Xwehê, veke destên xwe, veke ku çav li mistê bixwînin, ma ne çav kaşîf in -kê digot?
Te du dest in, min dilek -û hew! Û dest îro bi Xwîn in, bi Xwîn in îro mist xwehê -dûrî ya te, dûrî yên te! Bi xwîna dil şûştî wext e mista te -qedera Kaînatê...
Dest di dawa dêst de, parzemîna bi xwe-liyê vedayî. Kel li ax û gulê bider e -li sor û gulê! Û ax dawî ye, nedawî ye hilm. Û mist oxmeke gulgenimî -ne wekî ku genim, lê bi çiravê em ketin beqê, wextek bû!
Birîn tev ji dest in -bêdev.
Dev bi birînê vedide: “Av û bext, av û bext... bêjin dexîl, bexîl in bext li wextê xera kirin... bêjin dexîl û mista xwe vegirin -negirin... duayê bi zar vekin...
Wey dûrî Deriyan...
Dibêjin; Gul di bêrengiyê der bûye, sorê xwe ji dest daye -daye dest! Xwînê dûr, Xwînê dûr...”
Hê jî wiha ye Xwehê, kefa dêst kefenan dibire -ne spî spî lê sor sor! Dest nema li dêst hilê Xwehê, û tenê ne bela destan e ev, pêşiyên birînê jî birîn hêlane bêarî...