Diyarname
Helen Reddy bi strana "I Am Woman" (Ez jin im) dihat nasîn û 78 salî bû. Zarokên wê ragihandin ku Reddy wefat kiriye.
Hunermend Helen Reddyi di sala 1941'ê de li Melbourneya Avustralyayê hatibû dine. Ji ber di nav malbateke hunermend de hatibû dinê hê di çar saliya xwe de dest bi hunerê kiriye. Li DYA'yê dema lîsteya "Billboard Hot 100" hat weşandin di nav 40 stranan de tam 5 stranên wê hebûn.
Reddy di sala 1973'yan de bi "I Am Woman" nav da û Xelata Grammy ya Muzîkê girt. "Angie Baby" û "No Way to Treat a Lady" du stranên wê yên din in ku zêdetir têne zanîn.
Reddy ku xelatgira Grammy bû, di heman demê de stranbêjeke femînîst bû, parêzvana mafên jinan bû û her wiha di hin fîlmên sînema û televîzyonê de jî rol girtibû ser milên xwe. Di jiyana xwe de wê nêzî 20 albuman derxistibûn.
Zarokên wê agahiya mirina wê bi vî awayî ragihandin: "Em pir xemgîn in ku em radigihînin wê roja 19'ê rezberê piştî nîvro li Los Angelesê ew mir. Ew dayikek, pîrek û jinek mikemel bû. Dilê me şikiya. Lê em dizanin heta dawiyê dê dengê wê bijî, ev yek me aram dike."