ÎBRAHÎM ASLAN/ERSÎN ÇAKSÛ - KOBANÎ - DÎHA
Cîgirê Fermandarê Giştî yê hêzên pêşmergeyan ê li Kobanî Amîd Dehan Îbrahîm Gergerî got: "Li Şengal û Rebîayê YPG'ê roleke gelekî çalak lîst. Ji ber vê yekê pêwîst e bi taybetî malîavayiya wan bê kirin. Ji xwe me jî dixwest em bên vê derê. Ji bo bingeha yekîtiya me ya dema pêş, ev bû gaveke girîng. Cihê kurd lê hebin, em ê tu carî rê nedin mayîna DAIŞ'ê."
Di roja 54'emîn a êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanî de, têkoşîna şervanên YPG û YPJ'ê ya li eniyên pêş, dewam dike. Hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve hatin şikandin. Di pêvajoya berxwedana 54 rojan de, koma Bûrkan El Firat a di bin banê Artêşa Azad de, li kêleka şervanên YPG û YPJ'ê şer dikin. Hêza ji 150 pêşmergeyan a di nava hefteya dawî de di ser Tirkiyeyê re derbasî Kobanî bû jî, li eniyên pêş li gel şervanên YPG/YPJ'ê bi hawan, fuzeyên katyûşa û topan destekê didin. Cîgirê Fermandarê Giştî yê hêza pêşmergeyan Amîd Deham Îbrahîm Gergerî, der barê pevçûnên li Kobanî de daxuyanî da ajansa me. Gergerî diyar kir ku li ser biryara Parlamena Başûrê Kurdistanê ew bi hêzeke 150 kesan hatine Kobanî û got: "Ji bo destekê bidin xwişk û birayên xwe yên YPG/YPJ'yî em li vir in."
Gergerî da xuyakirin ku rewşa li Kobanî baş e û got: "Du-sê roj berî niha êrîşeke mezin hebû. Bi YPG'ê re me bersiv da. Bi bikaranîna çekên giran re me êrîşa wan şikand."
'YPG'Ê ROLEKE GELEKÎ ÇALAK LÎST'
Gergerî wiha dom kir: "DAIŞ li her derê DAIŞ e. Li Kerkûkê, li Silêmanî, li Kobanî heman DAIŞ e. Kobanî jî parçeyekî me ye û em ê destûrê nedin ku ew li vir bin."
Amîd Deham Gergerî axaftina xwe wiha dewam kir: "Berî her tiştî li Şengal û Rebîayê YPG'ê roleke gelekî çalak lîst. Ji ber vê yekê divê bi taybetî malîavayiya wan bê kirin. Ji xwe me dixwest bên vê derê. Di navbera YPG û Pêşmerge de tu cudahî nîn e. Her du jî ji bo vî gelî têdikoşin. Înşeleh ji bo bingeha yekîtiya me ya dema pêş, bûye gaveke girîng."
'EM Ê NEHÊLIN DAIŞ BIMÎNE'
Gergerî diyar kir ku ew hêvîdar in di nava çend rojan de nûçeyeke baş bidin gelê kurd û got: "Li her cihên kurd lê ne, em ê rê nedin ku DAIŞ lê bimîne."


