Stenbol
Komek rojnameger ji bo piştgiriya rojnameya Ozgur Gundemê li Kolana Îstîklala Beyogluya Stenbolê rojname firotin.
Di operasyonên di bin navê "KCK"ê de polîsan avêtin ser avahiyên rojnameyê, nivîskar, edîtor û xebatkarên wê girtin.
Li hemberî van operasyonan û ji bo piştgiriya Ozgur Gundemê komek rojnameger ku di nav wan de İnci Hekimoglu, Murat Çelikhan, Ayşe Duzkan, İbrahim Aydin, Emel Say, Yetvart Danzikyan, İsmail Saymaz, Ayça Soylemez jî hebûn roja 10'ê mehê li Meydana Taksîmê hatin ba hev û ber bi Kolana Îstîklalê ve rojnameya Ozgur Gundemê firotin.