Mahmut Ozçelik
Berî ku ez li ser romana birêz Lokman Polat ya bi navê “Trajediya Evîndaran” hin tiştan binivîsim bi rastî ez gelek fikirîm. Çimkî mirovekî ku di beşa romannirxandinê de ji min re bûbû pêtalek û ez hey ber bi ronahiya di kûrahiya romana kurdî de dibirim û rê û rêçikên rexnekirina romana kurdî ravayî min dikir, niha romana wî dibû mijara nirxandinê... Bi salan e romanivîs Polat li ser romanên kurdî nirxandinan dike. Wî Heta niha deh roman nivîsîne û du jê jî li ber çapê ne. Ji ber vê yekê ez bawer im ew jî li benda hin kesan e ku romanên wî binirxînin û ji hêla kêmek û zêdekirinan ve li bêjingê bixe. Vaye ew dem hatiye û ez ê li ser romana wî ya ku bi gotina wî romana wî ya dawî ye, hin hevokan rêz bikin...
Trajediya Evîndaran ewilîn li Stockholmê, di nav Weşanên Helwestê de bi navê "Evîna Feqiyê Teyran" çapa yekem derçûye, paşê ji ber hin sedeman nav guheriye û bi çapa duyem -pûşper 2013- û bi navek nû -Trajediya Evîndaran- ji weşanên Nas silav daye me xwendevanan. Em ê êdî wê bi navê Trajediya Evîndaran bizanin û nirxandinên xwe bidomînin.
Trajediya Evîndaran bi gera nivîskar ya ji Bazîdê dest pê dike. Bazîd di dîroka me de cihek girîng digire. Lewra tirba Ehmedê Xanî li berpala çiyayekî raserî bajêr, di nava bêdengiyê de li bajêr û şêniyên wî dinihêre. Romaniv ji bilî tirbê bala me dikişîne ser avahiyên wê derê yên dîrokî: Qesra Îsheq Paşa ku di dinyayê de yekem qesr e ku pergala kalorîferê di sedsala 17'mîn de bi kar aniye. Dîsa qala Keleha ûrartûyan dike ku bi sed salan li nêz û der û dora Gola Wanê serwerî kiriye. Romanivîs piştî serdana xwe ya li ser tirba Ehmedê Xanî temam dike, wê şevê li Bazîdê li malekê dibe mêvan. Di vê mêvaniyê de xewnek dibîne û di xewnê de bi Ehmedê Xanî re li ser evînan, evînên ji ber sedemên cur bi cur hatine qedexekirin û nîvcomayî, dikeve sohbetê. Divê navê de Ehmedê Xanî jê tika dike ku li ser evîna Feqiyê Teyran jî binivîse. Piştî vê xewnê berê xwe dide Wanê. Da ku ber bi Miksê ve here û Feqiyê Teyran ji nêz ve nas bike. Ji Wanê diçe Miksê. Miksa ku îro navçeyek girêdayî Wanê ye. Nivîskar li pey xewna xwe ye. Li navçeya Miksê bi alîkariya xortekî diçe ser gora F. Teyran û bi dîtina xerabebûna gora wî re pir xemgîn dibe, lewra gora Feqî jî wekî çarenûsa netewa kurd û welatê wan Kurdistanê, ji ber bêxwedîtiyê tenê bûye xirabeyek... Bi xemgînî vedigere navçeyê û wê şevê dibe mêvanê malbatekê. Bi razanê re xewnan dibîne û îcar mêvanê xewna wî F. Teyran e. Li ser evîndarên jankêş ku evînên wan negihîştiye mirazên xwe, diaxivin û Feqî temiyê lê dike ku evîna wî ya jandar ya bi keçeke xirîstiyan re jî binivîsîne. Evînên ji ber ol û baweriyên cuda neçûne serî û nîvco mane... Vebêj êdî Feqî ye: Pêşî Feqî dest bi nasîna hin xisletên xwe dike; bilûrvanî, dengbêjî –bi taybetî strana çûkê nemir ku deng vedide û navê wî dike “dengbêjê teyran,” gerokiya wî ku dike navê wî yê din bibe seydayê gerok û hwd. Feqî qala gera xwe ya li gelek cihê Kurdistanê dike -ji Cizîra Botan heta Riha, Amed û Serhedê-. Dûre çîroka “çûkê nemir” dûr û dirêj vedibêje û çawa ew di sûretê keçikek bedew de dîtiye û di heman kêliyê de winda kiriye, ji lehengê ku nivîskar bi xwe ye re vedibêje. Piştî çûkê nemir ji ber çavên wî winda dibe, êdî Feqî li pey wê çûkê berê xwe dide çiyayê Sîpanê û Xelatê. Li wir rastî şahiyek tê û serwerê bajarê Wanê tevî giregirê herêmê li hev civiyane. Di nav wan de qralek xaçperest jî tevî keça xwe Sînemê hatiye. Dema Feqî çav li Sînemê dikeve di cî de agirê evînê laşê wî dipêçe. Piştî hevnasîn û demborîna xweş ya sê rojan, Sînem û bavê xwe ji şahiyê vediqetin û diherin welatê xwe ku em nizanin ku der e. Û Feqî di nava evîna nîvcomayî de disoje. Şeva din nivîskar cardin di nav xewnan de ye. Vê carê vebêj nivîskar e û Feqî di guhdariyê de ye. Nivîskar me li Yewnanistanê li Akropolîsê digerîne, li wir bi jinek nivîskar ya Swêdî re demên germik û nermik ên hevşabûnî derbas dike, carinan qala kevneşopiyên kurdan yên ji neteweyên din cuda, dike. Paşê dikeve pey kedkarên seksê û di kuçeyên Atînayê de ewilîn keçek afrîkî ya reşik dibîne û pê dema xwe derbas dike, dûre keçek hindistanî ku navê wê Nesrîn e dibîne, lê dema serboriya wê hîn dibe ji niyeta hevşabûnê dibore û tenê dixwaze “trajediya evînê aniye serê wê” fêr bibe û bi hev re diherin cihê/otêla ku wekî nivîskar lê dimîne. Xwe jî wekî Dilperîn dide nasîn. Bi vî awayî Dilperîn -vebêjê çîrokê- di hêlek de bi keça hindû re kêfa hevşabûnê ya bê tixûb dijî, ji hêlek de jî evîna wê û evîndarê wê Krîşnayî, çawa ji Hindistanê dest pê kiriye û li Atînayê bi rengek trajîk qediyaye, bi me dide famkirin.
Piştî vê gera xweşik ya xewnî vebêjê me diguhere û vêca di xewnek nû de F. Teyran behsa evîna xwe dike. Ewilîn qala dildara xwe Dîlberê dike. Û ev Dîlbera xweşik çawa wekî çûkê nemir tê xewa wî, serê wê di şiklê jinek de û laşê wê di dirûvê çûkê mezin de, bi per û bask dibe, vedibêje. Çend helbestên xwe jî bi nivîskar -vebêjê duyem- re parve dike û dûre Dîlbera wî êdî jê dûr dikeve nayê xewnên wî, ew jî bi pey Dîlbera xwe dikeve û li Çiyayê Sîpanê Xelatê Sînema ku dişibe Dîlbera xwe dibîne û di cî de dil dikevê. Sînema spehî ya ku keça qralê xaçperestan e. Li pey Sînemê digere, ji hêla qral ve tê zindankirin lê em tênagihîjin ev hefsîbûna wî li ku pêk tê. Dû re vegotina her duyan diguhere hevpeyvînek û evîn tê jibîrkirin. Nivîskar hin pirsan li ser helbest û zimanê kurdî ji Feqî dipirse û ew jî li gor xwe dest bi veçirîna helbesta xwe dike û mîna em li ser helbestên Feqî nivîsek zanistî bixwînin dîmenek xweş tê afirandin.
Di romanê de gelek çîrokên trajîk ên dîrokî ku ji sedemên olên ciyawaz qewimîne tên vegotin. Ji van yek jî dîsa ji devê vebêjê duyem ango ji hêla nivîskar ve, di xewnekê de ji F. Teyran re tê v
egotin: Ax Tamara! Ev çîrok, çîroka şivanekî kurd û keça keşîşê li girava ku di nava behra Wanê de ye. Her du evîndar ji hev hez dikin, şivan tim bi avjeniyê diçe giravê û bi hezkiriya xwe Tamarayê re hevdîtinan pêktîne. Lê dema keşîş -bavê keçikê- ji vê rewşê haydar dibe di şevek bi ba û baran de fanûsa ku herdem Tamarayê pêdixist û şivanê kurd xwe lê digirt, digire û geh li vî aliyî û geh li wî aliyî vêdixe û şivanê evîndar di nava pêlên dijwar ên behrê de gêj dike û diwestîne. Dema şivan li ber xeniqandinê ye bi dengekî bêhevî diqîre û dibêje Ax Tamara û pê re jî dixeniqe. Tamara ku vî dengî dibihîse tê û xwe dihavêje behrê û her du evîndar bi mirinê re digihîjin hev û evîn bi trajediyê diqede... Ev trajediya du evîndarên ji olên cuda ye. Lewra yek file/xirîstiyan û yek jî misilman û kurd e. F. Teyran ji guhdariya evînên trajîk têr nabe: Çîroka Eftelya ku keça bazirganek rum ê li Anatoliyayê dijî û şivanî jî gelek trajîk e. Lewra ev herdu dilketiyên ji çînên cuda ku yek dewlemend û bazirgan û yek xizan û belengaz û birçî ye û bi ser de yek misilman û yek xirîstiyan e, tu derfeta bigihêjin hev û jiyanek bextewar bijîn nabînin û li ser vê yekê bi destên hev digirin û xwe ji ser lat û zinar û zoxiran de dihavêjin û jiyanên xwe didin sekinandin.
Serkeftina nivîskar ew e ku qedexe û astengiyên li ser evîn û evîndaran bi çîrokên hezar salan berî niha qewimiye û îro jî heman rewş li holê ye, bi hev ve girê dide û dide zanîn ku her tişt diguhere lê astengî û qedexeyên li ser evîndaran naguhere: Cudatiya bawerî û olan, cudatiya netewî an etnîsîteyî, cudatiya di aboriyê de derdikeve holê ku yek dewlemend û yek xizan an şivan û gavan... Ev hemû dibin sebeb ku evînên bi dilên pak û paqij dest pê kirine bi trajediyan bi dawî bibin…
Romanivîs di vegotina bûyerên li ser evîn û evîndariyê de pir serkeftiye, lewra duh û îro bi hev ve baş girê daye û nola ku di evîndariyê de dîrok xwe dubare bike û li evîndaran jiyanê teng û heram bike, bi awayeke mafdar daye ravekirin.
Romanivîs tenê êş û janên ji evîndariyê dizê raveyî me nake. Di heman demê de hêza evînê jî rave dike. Vê rewşê em di beşa çûna F. Teyran ya ber bi hecê de dibînin. Feqî tevî giregirên herêma xwe bi niyeta tewafa axa pîroz dema ber bi hecê ve dihere, di rê de keçek xweşik û rindik ya ku dişibe evîndara xwe dibîne, tavilê bi agirê evînê dişewite û berê xwe ji hecê diçerixîne û dide aliyê evîndara xwe ya keça qralê xaçperest û dihere. Dema digihîje welatê evîndara xwe ku em nizanin ku der e, ji hêla qral ve tê zindankirin, di zindanê de deng li hezkirya xwe dike. Helbestên xwe yên herî xweşik û bi bandor bi sernavê “Hey Dîlber”, “Dîlber”, “Ey Dîlberê”, “Dîlbera Horî” ku ji hêla gelek hunermendan ve wekî stran hatine strandin û bûne helbestên nemir dinivîse. Piştî ji zindanê derdikeve jî, ji bo Dîlbera xwe bibîne li wir gavanî û şivaniyê dike. Şivaniya berazan ku dûrî baweriya misilmaniyê ye tenê ji ber evînê ye. Ev tenê hêza evînê ye ku Feqî dike zindanan, dike helbestavan an dike şivanê berazan. Dîsa Feqî bi qasî ku ol û baweriya xwe di riya evînê de bike qurban jî, ji hişkebaweriyan dûr e. Lê hêrî dawî Feqî eşqa mecazî ji xwe re dike pêpelik û digihîje eşqa îlahî...
Çîrokên jankêş û nîvcomayî yên li ser evînê ku ji F. Teyran re tê vegotin jê yek jî çîroka Krîstîna xirîstiyan û xortê misilman e ku li Gumulcîna Yewnanistanê dema xwendevan in dil dikevin hev. Di vê çîrokê de sê mirov hene û benê evînê bûye gilokek rîs û li hev baniyaye û serî winda ye. Ewilîn evîna Krîstîna û Filîpos geş dibe û şeş salan didome, dûre li barekê ji nişka ve Murad derdikeve hemberî Krîstînayê û agirê evînê laşê herduyan radipêçe. Malkambaxî ew e ku Murad bi desgirtiye û amadehiya zewaca xwe dike. Di vê rewşê de Krîstîna geh bi evîna Filîpos geh bi evîna Murad dişewite û mîna hêlekanek di navbera xortan de dihê û dihere. Di dawiyê de Filîpos bi niyeta kuştina Murad radibe, Krîstîna xwe dihavêje pêş ku wî rawestîne lê mixabin ew bi xwe tê kuştin, ev dîmen hiş ji serê Filîpos dibe û derbek jî berdide xwe û li wê derê xwe jî dikuje û zeviya evînê bi xwîna du evîndaran tê avdan...
Dîsa evîna Dewrêşê Evdî yê êzdî û evîna Edûlê ku keça mîrê eşîra Milanê ku misilman e jî balkêş e. Ez ê li ser naveroka wê nesekinim, ji bo xwendina we bihêlim û tenê bidim zanîn ku çîrokek gelêrî-dîrokî ya rastîn e û pir bi bandor e. Dewrêşê Evdî meya eşqa dinyewî -Edûlê- û eşqa welat -parastina erdên Milan ji eşîrên ereb û tirkmenan- di heman kodikê de vedixwe û digihêje nemiriyê, li hêviya xwendina we ye...
Di romanê de diyaloga li ser bihuşt û dojehê ku di navbera Dilperîn/nivîskar û F. Teyran de derbas dibe gelek balkêş e û bi ken û coş e. Dîsa bi saya vê diyalogê em fêr dibin ku di dojehê de damezrînerê Komara Tirkiyeyê Ataturk çawa ji kurdan lêdanê dixwe û şerê kurd û tirkan di dojehê de jî berdewam e.
Mirov dikare bibêje ku ev roman li ser jiyana F. Teyran gerek serdabî ya ber bi dîroka kevnare ye. Em bi saya diyaloga di navbera nivîskar û Feqî de hinî her kîteyên jiyana Feqî dibin. Di heman demê de fikrên wî yên li hember çerxa serdestiye, cîgirtina wî ya li ba xizan, feqîr û belengazan. Lewra em baş dizanin ku di wê dewra ku nivîskar û helbestvanan li dora mîr û beg û axayan an jî padîşah û siltanan xelekên şelafiyê çêdikirin û berhemên xwe îthafî wan dikirin, F. Teyran helwesta xwe li hember zilimkaran diyar dike û li cem jêrdestên bêxwedî cî digire.
Di romanê de hêmaya sereke xewn e. Nivîskar xwe dispêre xewnan û her carê deriyê çîrokek an bûyerek nû vedike. Lê di pêdeçûna romanê de mirov carinan difikire ku gelo Dilperîn/vebêj şevek ranezê an xew lê biherime û xewnan nebîne dê herka romanê bi ku ve biçûya?..
Ber bi dawîbûna romanê ve em fêr dibin ku F. Teyran di dawiya emrê xwe de ji bilî negihîştina evîndara xwe Sînemê, pêrgî trajediyek malbatî jî tê. Di heftê saliya xwe de lawek xwe di avê de winda dike. Dema lawê wî li ber xeniqandinê ye, hevsera wî ji bo xelaskirina law xwe dihavêje avê û ew jî dixeniqe û piştî vê karesata malbatê Feqî debar nake û salek şûn de ew jî dimire û tirba wî di navbera hevjîna wî û lawê wî de tê çêkirin û dikeve xewa ebedî... Di helbestên wî de temayên rengîn hene; evîna dinyewî, eşqa xwedayî, girêdana bi siruştê re û hwd. Bi taybetî helbesta wî ya axaftina bi avê re gelek dengvedaye: Ey av û av/Ma tu bê eşq û muhbetê/Mewc û pêlan davêy belav/Bê sekne û bê rahetê. Dîsa xemgîniya ku carinan lê der dibe, bi denglêkirina dilê xwe re dide der: Dax û kovan bê hesab in/Mihnet û êş û ezab in/ Xem ji qelbê min venabin/Ay dilê min ay dilo. Dîsa Sînema ku evîna wî gur û geş dike tu carî ji bîr nake û dema dibihîse ku Sînema wî nexweş ketiye wiha deng lê dike: Hewar Sînem/ Min Sînem dîbû şeva erefatê/Te gulî şûştine ji ava heyatê /Dê biçim Sînemê bibînim/Sînem nexweş e ber wefatê...
Bi ked û xebata nivîskar armanc ew e F. Teyran bi me bide nasandin, em helbestên wî yên ku bi sedsalan e di nava gel de bûne hêviya jiyanê, kana bextewariyan, bûne îlhama têkoşeran, evîndaran, azadîxwazan carek din di kerika guhên xwe de dibihîsin.
Ber bi dawiya romanê ve em fêr dibin ku nivîskar/Dilperîn ne tenê helbestkarê klasîk yê edebiyata kurdî daye nasandin, di heman demê de çawa bi alîkariya hin kes û weqfan mezelê wî yê li navçeya Miksê ku ber bi windabûn û xerabûnê ve çûyî daye çêkirin, bi hûrgilî hîn dibin. A rast em nizanin gelo bi rastî tiştek wiha bûye an nivîskar dixwaze balê bikişîne ser vê rewşê... Çimkî di destpêka romanê de kifş kiriye ku ev roman bi tevahî xeyalî ye, honak e... Lê dîsa jî qasî ku bi rastî jî gora Feqî hatibe çêkirin em dilşad bûn... Ne tenê gorçêkirin her wiha behsa her sal li Miksê bi navê F. Teyran pêkhatina festîvalek jî, ew helbestkarê kurd bi tevahî kiriye nemir û her sal deng û awaz û helbestên wî ji Miksê li hemû welat belav dibe...
Di romanê de em serdestiya fikrên nivîskar yên siyasî rasterast dibînin. Carinan ne wekî romanivîsekî, tu dibêjî qey gotarek siyasî nivîsandiye dixuye. Komara Tirkiyeyê ku di hêla maf û azadiyên kurdan de qedexeyên nedîtî pratîze kiriye, zimanê kurdan asîmîle kiriye bi tundî rexne dike û van gilî û gazincên xwe ji F.Teyran re vedibêje û dixwaze bi vegotin û pesendkirina F. Teyran ramana xwe bawerdêr bike.
Zimanê romanê zimanê gel yê rojane ye û bêyî xwendevan jê aciz bibe hetanî dawiyê dixwîne. Lê di hinek cihan de redektekirinê jî dixwaze. Dîsa di hin peyvên ku di helhestan de derbas dibe wateyên wan wekî têbinî li bin rûpelan de bihata nivîsîn dê çêtir bibûya. Di romanê de metodek cihêreng ya vegotinê heye. Mirov dikare bibêje ku ev berhem hem roman e, hem helbest e, hem gernameye, hem jînenîgarî ye, hem roportaj e û hem jî desteyek çîrokan e. Ev cara yekem e ku pêrgî dewlemendiyek bi vî cure vegotinê têm û tehmek cihê dide herikîna romanê.
Dîsa cara yekem e ku dibihîzim nivîskar li ser daxwaza xwîneran navê pirtûka xwe diguherîne... Ji “Evîna Feqiyê Teyran” veguherîna “Trajediya Evîndaran”...
Dixwazim nivîsa xwe bi gotinek ku min ji malpera Koma Felsefeyê deynkiriye biqedînim: “Evîn çîroka herî kevnare ye, lê her dem nipînû dimîne.”
***
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Melek jî dimirin
- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Şerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Şapînoz’a Enwer Karahan û Reşbîniyên Nepen
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beş II)
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’
- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz


