ŞIRNEX (DÎHA) - Dengbêjê navdar ê herêma Botanê Salihê Şirnexî ji ber qedexe û êrîşên li ser Silopiyê jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Silopî ya Şirnexê, qedexe, dorpêç û terora dewletê ku ev 14 roj in bênavber berdewam dike, bû sedema nirxekî mezin a çand-hunera kurdî jî winda bibe. Yek ji dengbêjên herî navdar ê herêma Botanê, dengbêj Salihê Şirnexî (Salih Erener) jî jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku Şirnexî, ji ber topbarana giran li mala xwe ya Taxa Karşiyakayê rewşa wî xirab bûye lê ji ber êrîşan ambûlans neçûye taxê û li mala xwe jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Şirnexî li malê tê rawestandin.
Şirnexî, li herêma Botan wekî "Dengbêjê dilan" dihat nasîn. Bi taybetî strana wî ya li ser Bişeng Anik a ku di 1992'yan de li Şirnexê di bin çavan de bi îşkenceyê hate qetilkirin, ji alî gel ve pir dihat nasîn û hezkirin. Şirnexî li dû xwe gelek berhemên giranbuha hiştin.


