HEWLÊR
Serokê Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Yusuf Mihemed diyar kir parlamentoyê berpirsiyariya dikeve ser milê xwe bicih aniye û got ku divê rêveberiyên xweser ên kantonên rojavayê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê nûneriya xwe vekin.
Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yusuf Mihemed di daxuyaniya dayî de wiha got: “Wekî welatên din ku sefaretxaneyên wan li Herêma Kurdistanê hene, divê Rêveberiyên Xweser ên Kantonên Rojavayê Kurdistanê jî li Herêma Kurdistanê nûneriya xwe vekin.”
Mihemed diyar kir ku biryarên ji parlamentoyê hatin xwestin hatin dayîn û divê vê mijarê de gavên berbiçav bên avêtin.
Parlamentoya Başûrê Kurdistanê roja 15’ê kewçêrê di rûniştineke awerte de biryara ku têkiliyên xwe yên bi Rojava re berfireh bikin girtibû. Di biryara bi dengê 79 parlamenteran hat qebûlkirin de meclisê ji Hikumeta Federal a Kurdistanê xwest ku têkiliyên xwe yên bi rêveberiya Rojava re pêş bixe.


