EDENE
6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê ceza li xebatkara rojnameya Azadiya Welat a Mêrsînê Dilşa Ercan birî.
Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat a Mêrsînê Dilşa Ercan di 24'ê rezbera 2010'an de hate binçavkirin û hate tewqîfkirin. Ercan ku ev 8 meh in li Girtîgeha Karataş a Edeneyê girtî ye, danişîna doza wê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê li dar ket.
Di danişîne de Dilşa Ercan û parêzerê wê Vedat Ozkan amade bûn. Ercan parastina xwe kir û îdîayên der barê xwe de red kir. Parêzer jî beraeta Ercan xwest.
Pişt re heyeta dadgehê bi îdîaya "Endama Rêxistinê kiriye" û "propaganda rêxistinê kiriye", "li dijî xala 2911'an derketiye" û "zirar daye malê dewlet" 8 sal û 6 meh cezayê hepsê lê birî.