Stenol
Parêzerên rojnamegerên kurd ên ji salona dadgehê derketin, piştî helwesta heyeta dadgehê li ber deriyê dadgehê daxuyanî dan. Parêzeran diyar kir ku, tu cudahiya Dadgehê ji TEM'ê tune ye. Prz. Ercan Kanar got ku ev doz êrîşa herî mezin a li dijî çapemeniya muxalif e. Kanar da zanîn ku îdîaname li salona vala ji bo dîwaran tê xwendin û wiha got: "Em li salona dadgehê ne, an em li salona TEM'ê ne?"
2'emîn rûniştina doza 34 jê girtî 44 rojnamegerên kurd ên di 20'ê berfanbara 2011'an de hatibûn binçavkirin û girtin bi alozî dest pê kir. Li ser navê rojnamegeran, rojnameger Kenan Kirikkaya xwest mafê axaftinê bigire û li ser grevên birçîbûnê biaxive lê dozger nehişt. Li ser vê xirecir derket û rojnameger ji salonê derketin.
Piştî rojnamegerên ku helwesta heyeta dadgehê şermezar kirin û salon terk kirin, di navbera parêzer û heyeta dadgehê de jî nîqaş derket. Parêzeran piştî helwesta heyeta dadgehê şermezar kir û salon terk kirin, li ber salona dadgehê daxuyanî dan çapemeniyê.
‘MAFÊ PARASTINA PARÊZERAN JÎ TÊ ASTENG KIRIN’
Di daxuyaniyê de Prz. Ercan Kanar bertek nîşanî helwesta heyeta dadgehê da û diyar kir ku, tu cudahiya darizandina niha ji ya 12'ê Rezberê tune ye. Kanar da zanîn ku, mafê parastina kurdî hêj tê qedexekirin û wiha got: "Rojnamegerê ku der barê hevalên xwe yên ketine greva birçîbûnê dixwazin parastinê bikin jî tên astengkirin. Mafê parastina parêzeran jî tê astengkirin. Ji bo ku em helwesta dadgehê ya li hemberî parastinê şermezar bikin û em bêjin vir ne Têkoşîna Bi Terorê (TEM) re ye, vir dadgeha salonê ye ne salon terk kir, ji bo balê bikşînin ser mafê girtiyên ku 62 rojin di greva birçîbûnê de ye salon terk kir. Ev helwesta dadgehê nayê qebûl kirin."
Prz. Zuleyha Gulum jî anî ziman ku, wan xwest daxwazên muwekîlên wan bên qebûlkirin û ji ber ku daxwazên wan hat redkirin salon terk kirin. Gulum, da zanîn ku, ji ber helwesta dadgehê biryara nekevin rûniştinê girtin û wiha got: "Helwesta heyeta dadgehê ya 'Tu eleqeya greva birçîbûnê bi vê dozê tune ye' nabe sedem. Ji ber ku hemû muwekilên me di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza me ya sereke parastina bi zimanê zikmakî ye. Em helwesta dadgehê qebûl nakin."
‘TI ELEQEYA TIRKIYEYÊ BI DEWLETA HIQÛQÊ RE TUNE YE’
Parlementera BDP'ê ya Îdirê û Wekîla Koma BDP'ê Pervin Buldan jî anî ziman ku li vir lîstika şanoyê tê lîstin û ew jî temaşe dikin. Buldan got ku rojnameger Kenan Kirkaya, dê derbarê rewşa girtiyên ketine grevê de axaftin bikira, lê ev axaftina wî jî hate redkirin. Buldan destnîşan kir ku, Tirkiye dibêje dewleta hikûqê ye, lê tu eleqeya wê bi hiqûqê re tune ye.
BI FERMANA DADGEHÊ ŞEKIR Û XWÊ NADIN GIRTIYAN!
Hate zanîn ku, bi fermana dadgehê daxwaza şekir û xwê ya girtiyên rojnameger yên ketine greva birçîbûnê tê astengkirin. Parêzeran da zanîn ku ji bo vê yekê dixwazin bi heyeta dadgehê re hevdîtinê pêk bînin.


