logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Nameyeke vekirî ji birayê min Î. Seydo re.

Birayê min, şerefa di bi lêv kirina "birayê min" de, aîdê min e. Ez hemû nivîskarên kurmanc, mîna bira û stiyên xwe dibî

  • Dîrok: 23/06/2010
  • Beş: Serbest

Mîr Qasimlo

Birayê min, şerefa di bi lêv kirina "birayê min" de, aîdê min e. Ez hemû nivîskarên kurmanc, mîna bira û stiyên xwe dibînim.

Niha bêyî dirêjkirina gotinê, dixwazim çend dîtin û têbiniyên xwe ku ji ber hevqisedana berê niha bi demekê, bi cenabê te re hatibû kirin, li nik min zelal bûne, bi te birayê xwe yê delal re par ve bikim.

Di gerdûna têgihêştî, rexnegir, nivîskar û rewşenbîran de, rengê ku divê raser be, ev reng e:

Islûbeke diltenik, denglêkirineke bi ast, rênedana xwederbirîna "hesta hesûd" pêkanîna hişmendiyeke çêker e. Rengê romanûsekî divê ne reş û sor, erê mor û spî be.

Zimanê edîbekî/ê, divê ne di rengê zimanê her kesî yanî zimanê sûk û kolan û gundiyan de be.

Danûstendinên nivîskarekî divê ne di rengê danûstendina şivan û keriyê pez de be. Ango ne di rengê fermanwerekî siyayî û beremrên wî de be.

Birayê min ê delal, di hevqisedana te ya navhatî de, tu bi nasnama romanivîs û rexnegiriyê derdikevî hizûra me. Lê di pêdeçûn û islûba ku te bikaraniye de, em pak hîs dikim ku te nekariye giyanê xwe ku ji nexweşiyên civakê bihikar bûye, bigirî bin venêrînê û ev nekarîna te têrê kiriye ku tu rabî bi bilîbûna (mijilbûn) "por" ê nivîskarekî re, rê li pêşiya daxistina asta xwe hesayî bikî.

Tu li Fransa dijî. Bêyî kûrpêdeçûnê, dixwazim bêjin. Gelo şêniyên wî welatî, bi teher û islûbeke çawa nêzikê hev dibin û deng li hev û du dikin? Em dev ji nivîskar û rexnegir û hunermendan berdin, ma gelo gundiyên wî welatî qet bi dirêjahî û kinbûna "por" ê hev bilî dibin ango ji bo rajêrkirina hev radibin heyiyên hev ên cestî, erê bi mabesta birîndarkirina "anor" a hev, li hemberî hev û du bikar tînin?

Birayê min, tu di hevqisedana xwe de xwe wekî mîsyonerê ziman raber dikî. Baş e. Min divê raber bikim ku ez bi vê hêrsa te dilşa bûm. Lewra pêdiviya zimanê me, bi mîsyoneran heye. Ligel vê, min gotinekî jidildost, ji birayê min re heye.

Mîsyonerê zimanekî, berî her tiştî di hewla parastina pîrozwerî, giranî û tenikiya zimanê xwe da ye. Ji bo bikaribe mîsyoneriya xwe pêk bîne, divê xwedî islûbekî çeker a buheberz be, erê ne ku bi bikaranîneke lawaz û bêast û bi ceribandina ji teher û awayê qisedanên kolan û sûkan ve nêzikê zimanê xwe bibe û wî di astekî herî jêr de bikar bîne. Lewra ev hevqisedana navhatî, erê ya ku bi te re hatiye çêkirin, di xwe de bi dehan heqaret û gotinên bêast ku hêjayî devê mîsyonerekî nîn e, dihundirîne. Ji bo mîsyonerekî, islûb û zimanekî jin î, û bedew divê birayê min.

Ezîzê min, di gerdûna însanên raser de, kirina herî gunehkar ew kirin e ku meriv rabe danûstendinên xwe yên taybet û hevaltiyê yên demborî û nihadem î,  ji bo bilind kirin û bi nav û deng kirina nav û cenabê xwe û jêrdestkirina dostên xwe ango hevkarbiliyê "hevpîşe" xwe, bikar bîne. Kirineke wiha, nakeve ketegoriya kirinên însanên raser. Kirineke wiha cihê pêkenokekê ne rûniştî ye ji bo însanên raser û ew-însanên raser, heyfa xwe bi kesî ku bi kirineke wiha rabûye, tîne.

Birayê min, tu di hevqisedana xwe de, navê bi dehan nivîskarî bi lêv dikî û bi ser de jî tu radibî tekiliyên xwe yên bi wan re, ji bo piştrastkirina dîtin û raman û peytên xwe bikar tînî.. Û tu bi kirineke wiha re, wan tehdît jî dikî.. Bi ser de jî tu berhemên wan wekî berhemên beredayî raber dikî. Pak e, tu vê raber kirinê bi kîjan sifetî dikî?. Romanivîs yan rexnegir? Divê em pak pê bizanin ku romanivîsek di hema wextî de nikare bibe rexnegireke bêalî...

Ez bi vê şaşîtiya birayê xwe gelek xemgîn bûm. Lewra ev kirin, kirina însanê rûniştî û bi xwe ewle nîn e. Ji bo rexnegiran, ji bilî renxekirina berheman, pêdeçûnên wan ên din ku wekî; kaşûberkaşkirina kesan û qisekirina li ser par ve kirinên taybet, cihê xwe erzankirin û nekamilbûnê ye. Ji  ber vê jî, ji bo cenabê te xemgînim.

"Hesudî" hesteke mirovî ye. Lê hov û xeternak e. Ne xweş e. Bi qasî ne pakiya ADIS'ê dilteng û asokor e.  Ji bo ku ew raserî însên nebe û giyanê însan li acizkeriyeke kuştinîner veneguheze, divê însan li hemberî wê şerkarekî pak be û bikaribe bi kertika stûyê wê bigire û bi qasî ku ew careke din hişyar nebe, berev zêde jêrehiyan ve bikişîne.

Birayê min, li cihê ku "afirînerî" kud dibe ango dixitime û ji dest û pê dikeve, bivê nevê li wir hesta ku "xwe" heziya bêqural û bêxayan xweyî dike, derdikeve ser dikê û dixwaze dest bi lîstikên acizker bike. Lê divê em pêdeçûnerên vî miletî yanî wêjevanên vî miletî, pak bizanin ku pêdiviya vî miletî bi lîstikên xav ên acizker tune ye. Min pêşniyar e ku divê em di lêgerîna zeft kirina rê û azîneyên afirandinê de bin. Xwewestandineke li ser vê esasê, me bilind dike. Lîstikên acizker me rajêr dike...

Birayê min, tu di heman hevqisedana ku bi te re hatiye kirin de, bêyî navê min eşkere bikî, radibî bêheq û bêsedem êrîşê min dikî. Tu min wekî cirr ne xweşekî ji dera hanê bi nav dikî.

Niha dixwazim ji birayê xwe re bêjim.. Bêjim ku wekî tu jî pak pê dizanî, tu naskirineke min û te, ne di jiyana rojîn de, ne di xewnan de, ne bi riya telefonê û ne jî hwd, çênebûye. Û ligel vê rastiya eşkere, tu bi kirineke wiha rabûye û te mehweyeke (atmosfêr) wisa pêkaniye ku mîna ez tu em hev û du nas dikin û tu hay ji derçûn û ziman û şêwaz û tehera min heye. Ligel ku te romanên min nexwendine...

Bi rastî min divê raber bikim ku heke ku te ev gotina xwe li ser hesabê rexnekirina derçûyên min yanî romanên min bigota, neke min ê gulekî sor diyariyê te bikira û min ê bigota va ye birayê min ê ezîz di ziman û noqbûna min de, cirr ne pakiya min dîtiye û aniye ziman.

Lê ji ber ku te ev ji ber hêrsa xwe û bi hin mebestên ne pak gotiye, ez dîsa li ber te dikevim. Lewra ev kirina te nepakiyeke hilhilî ye ku ji nexweşiya civaka me ya pirmodern têr dibe.

Ji bo me hemûyan, erê nivîskarekî/ê bikaribe di pîleya nivîskariyê de hukim bike, pêwîst e kesayeta ku ji civakê stendiye di xwe de parçe parçe bike. Neke bi vî awayî dawiya me pir bi xêr nîn e.

Axirî ji birayê xwe re bêjim. Di te de roniyên hêvîbar hene. Ne kêm. Zêde. Û di hevpeyvîna te de hindek rastî jî hene. Û tu yek ji canfeşegoriyên edebiyata vî miletî yî. Lê hema ji birayê xwe re bêjim... Bêjim ku ji bo meriv bikaribe di jiyana xwe ya nivîskarî û rexnegiriyê de, pakiyên xwe di pîleya herî bi nirx de biparêze û pakiyên nû yên diltenik û naverok kûr li yên heyî zêde bike û bi vî awayî di siberoja wêjeya miletê xwe de rola xwe bilîze, divê meriv hay ji "ajal" ê  xwe hebe. Ew "ajal" ê di me dinîve. Heke em bikaribin "ajal" ê xwe terbiye bikin, ez bawer im ku di dewsa ku em rabin "por" ê hevalê xwe ji xwe re bikin mijara derbirîn û xwehesayîkirinê û... û di dewsa ku em berhem û qisedanên xwe li ser jêrdestkirina kesayetan ava bikin de, em ê xwe bi pêdeçûnên giştî û maqûl biwestînin.

Divê em xwe qanî bikin ku serdema nû, di kurdan de, di law û keçên kurmanc de, giyanekî çêker, zana û afirîner pêkaniye. Êdî heyama Axa û Mirîdan kuta bûye.

Ligel slavên ji dil.


21/06/2010

Mir_qasoye_gimgimi@hotmail.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

PEN'ê Xelata Helbestê dan Bariş Pîrhasan

ad

Lêkolînek muhîm: Çavkaniya dilşadiyê ne pere spor e

ad

Serokomarê Fransayê pêşwazî li Barzanî kir

ad

Qursên kurdî û yên hunerê; Li 5 bajaran niha dema serîlêdanê ye

ad

Ger Roma bibe şampiyon wê xwe tazî bike

ad

NASA'yê dîroka roja qiyametê eşkere kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname