Diyarname
Sekretera Giştî ya berê a KESK'ê Sevil Erol li Sêwrega Rihayê jiyana xwe ji dest da.
Sevil Erol ku ev 15 meh in bi nexweşiya qansêrê ketibû û dermankirina wê berdewam dikir jiyana xwe ji dest da.
Salek berê teşhîsa qansêra pantreas li Erol hatibû kirin û wê dermankirina xwe dom dikir.
Sevîl erol ji salên 1990'î ve di nava tekoşîna kedkaran de ye û di hilbijartina 22'yê tirmehê de pêşberendama mebûsiyê ya 'Hezar Hêvî' bû lê ji ber nexweşiya xwe wê pêşberendamtiya xwe bi paş ve kişanr.
Sibê saet 12'an de li Ulu Camiya Sêqwregê dê merasima cenazeya Erol li dar bikeve û dûre ewê bê definkirin.
Foto ji DÎHA'yê hate girtin