Diyarname
Îdîa ji nivîskar û rojnameger Levent Gultekîn hat. Gultekî di televîzyona ÎMC de êvara 24'ê mehê beşdarî bernameya Banu Guven "Arti Haber"ê bû.
Gultekîn ku di van demên dawî de bi nirxandinên xwe zêdetir balê dikişîne li ser nîqaşa di navbera Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û hikumeta AKP'ê axivî.
Gultekîn meseleya berendambûna Seroke MÎT'ê Hakan Fîdan girt dest û got ku ligel gelek mijarên din, mijareke heye ku Fîdan soz da Ocalan lê nebû, loma îstîfa kir xwest bibe berendamê mebûsiyê. Gultekîn wisa got: "Li gor agahiyên min bi dest xistin, Hakan Fîdan soz da Ocalan ku dê bendava hilbijartinê daxin sedî 7'an lê Erdogan ev yek red kir."


