Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
Fêrgîn Melîk Aykoç
Çîrok:
Þirova peyvê:
Ev peyv wek peyva “dîrokê” ji sê tejan (kîteyan) pêk tê.
Ji bo têgihîþtinê:
Peyva dîrokê
navdêra çêkirî | lêker demaborî | navdêr | paþgîn |
dîrok | dî (dîtin) | ro (roj) | k |
Peyva çîrokê
navdêra çêkirî | Peyva pirs û nerênî | navdêr | paþgîn |
çîrok | çi (çî<çu) | ro (roj) | k |
Novelle:
Þirova peyvê: Ev bi bingehê xwe ve digihîje peyva latînî “novus” (nûtî /nûjenî). Bi îtalyanî jî “novella” (nûçe / tiþtên nû) ye. Bi kurtî tê wateya vegotinên têkiliya xwe bi jiyana berçavî re heye, dikane were jiyan. Bi giranî li ser rûdaneke sade radiweste, tê de komînîkationên kurt hene, rêze rûdan gelek kêm in.Novel vegotinên niþtecihbûn û bajarvaniyê ye.Ev wateya xwe ji ronesansa dêra bi navê Santa Mariya Novella digire. Di vî warî de berhema yekemîn ya Giovanni Baccaccio ya bi navê “Decamerone” (Berhema deh rojan) e. Tirkan berê “hikaye” digotin niha navê wê kirine “oyku” Alman, Hem “geschichte” û hem jî peyva “novelle” bikartînin. Di îngilîzî de. Carna peyva novelle di wateya romanê de jî tê bikaranîn. Di kurdî de gelek peyvên bikane bersiva “novelle” bidin, hene. Lê em berê li axaftina gel binêrin. Di nava gel de ji bo vê peyvê, peyva erebî “mesele” tê bikaranîn. Wekî mînak dibêjin:“Tu mesela wî/wê dizanî?” yan jî: “Ev mesela çawa derket?” Dîsa ji bo agahiyek wergirtinê dibêjin: “Mesela wan çawan bû?” Ev derbazê stranên kûrdî jî bûye. Wekî mînak; di strana “Filîtê Quto” de wiha tê gotin:“…Bila mezinê wî ji piçûkê wî re bibên(bibêjin) meseleye berxê….” Lê me çawa li jor jî gotibû. Peyva “mesele” ne peyveke kurdî ye. Peyveke erebî ye. Ev peyv bi serê xwe jî nikane bersiva peyva novelê bide. Em nikanin peyvê “serborî, bîrewarî, serpêhatî” jî di vê wateyê de bikarbînin. Lewre ev peyv bîranînên kesane ne. Ne yê giþtî ne.Ev di zimanên din de jî wiha ye.:
Almanî : Erinerung
Îngîlîzî : Memoirs
Tirkî : Ani
Jînborî / (jîrok !):
a) Lê navdêra “jînborî” yan jî li gor venivîsandina peyva “çîrok û dîrokê” peyva “Jîrok” dikane bê kêmasî bersiva novelê bidin.Verisandina peyva jîrok:
Navdêra çêkirî | Lêker demaborî | navdêr | paþgîn |
jîrok | jî (jîn / jiyan) | ro (roj) | k |
Bêguman wê pêþniyarên din jî hebin. Lê bi dîtina min bê van her du peyvan tu peyveke din nikane bersiva peyva “novelle” bide. Ango jiyinek derbazbûyî, yan jî pêkhatineke nêzîkê jiyana bihurî. b) Gava em li peyva “þevbuhêrkê” dinêrin, dibînin ku di van þevan de bi sedan çîrok, jînborî /jîrok û stran tên gotin. Ev peyva “þevbuhêrk” jî ji navdêra “þev” û lêkera “buhurandin /borandin/ borînê” tê. Ev jî tê vê wateyê ku çawa di navdêrên “çîrok û dîrok” de jî dixuye, zimanê me di xwezaya xwe de rêyeke afirandinê ji me re vekiriye. Ji wê peyva “jîn” lêkera “borînê” di vir de bersiveke dide me.
Navdêra çêkirî | navdêr | Lêker demaborî | paþgîn |
þevbuhêrk | þev | buhêr (buhurandin) | k |
jînborî | jîn | Borî (borîn) | - |
Ji ber ku navdêra “jîrok” dikane wateya peyva “jîrek” jî bide, ji bo ku ev duwateyî neyê tevlihevkirin, bi dîtina min em dikanin bê pirsgirêk navdêra “jînborî” di cihê “novilê” de bikarbînin û ji tevliheviya çîrokan rizgar bin.Ez bi gelek kesên têkildar re li ser vê peyva jînborî rawestiyam. Giþtan di cih de dîtin. Ez hêvî dikim ku ev peyv yan jî peyva “jîrok” rûne.
Ango:
Almanî : Erzehlung, Geschichte.
Ingilizi : Story
Tirkî : OykuItalî : Novella
Kurdî: Jînborî, yan jî jîrok
Têbinî:
Bêguman mirov dikane li ser peyva “jînok” jî raweste. Lê divê mirov berê peyveke biafirîne, yan jî çêbike, li avahiya ziman binêre, ka ziman di xwe de peyvên çawa di wî warî de afirandiye. Ji wê min tenê mînakên jorîn daye.
03.02.2009
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Strana “Miþko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weþanxaneyên kurdan