Berpirsê malbenda Musilê a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ragihand ku ji niha ve awareyên çiyayê Şengal li jêr çavdêriya pêşmerge de ne.
Helo Pênciwînî îro 6/8/2014 ji PUKmedia'yê re ragihand: Hêzên pêşmerge niha li ser sînorê (Dolan) li nêzîkî çiyayê Şengalê ne û em welatiyên Kurdistanê jî agahdar dikin ku di van nêzîkane de mizgîniyek xweş hûnê bibîsin bi rizgarkirina awareyên çiyayê Şengalê û devera Şengalê.
Her weha Pênciwînî got: Hemû ew pêşmergeyên ku li sînorê çiyayê Şengalê ne weku pêşmergeyên Yekîtî û hemû ew kadirên li wiring me birêxistin kirine û niha erkê parastina awareyên çiyayê Şengalê li gel hevalên YPG girtine stûyê xwe.
Pênciwînî: Moralê hêzên Pêşmerge gelekî bilinde û di demeke nêzîk de nûçeyên xweş dê bêne bihîstin bo rizgarkirin û vegerandina awareyan bo cihên xwe.
PUKmedia/Taybet