Diyarname
Polîtburoya YNK’ê îro li hev civiya û careke din eşkere kir ku berendamê wan ê Serokatiya Iraqê Behrem Salih e.
Ev salek e hê jî li Iraqê serokomar nehatiye hilbijartin. Li gor lihevkirina li Iraqê postê serokomarî di destê kurdan de ye û kurd ji bo serokomarî kesek wekî berendam nîşan didin. Dîsa li gor lihevkirina her du partiyên kurdan (YNK û PDK) postê serokomarî di destê YNK’ê de ye. Ji 2003’yan ve ev wisa ye û ev du car in PDK dixwaze vê postê bigire destê xwe. Loma jî ew jî berendamek nîşan dide. Lê ev salek e ev mesele çareser nebûye.
YNK ku serokomarê niha Berham Salih carek din wekî berendam nîşan dabû lê nehatibû hilbijatin. Niha Polîtburoya YNK’ê careke din eşkere kir ku berendamê wan Salih e.
Polîtburoya YNK’ê di bin serokatiya Hevserokê YNK’ê Bafil Talabanî de li hev civiya û lmeseleya rewşa siyasî ya Iraqê, meseleya hikumeta ku ew jî hê ava nebûye û meseleya serokomarî nîqaş kir.
Polîtburoyê di warê berendamtî de bi paş ve gav neavêt û carek din Salih destnîşan kir.
PDK’ya ku nedixwest Salih carek din bê nîşandan û li gor agahiyên ne fermî ji YNK’ê xwestibû berendamê xwe biguherînin, piştî vê kêliyê dê çi bike hê nediyar e.