AMED
Abîdeya Roboskî ku ji aliyê Şaredariya Kayapinara Amedê ve hate çêkirin, bi merasîmekê hate vekirin. Diya Selam Encu yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Semîra Encu li merasîmê got: "Em 34 dayikên Roboskiyî ne tenê dayikên şehîdên xwe ne. Dayikên tevahiya şehîdên gelê kurd in."
Abîde ji aliyê Suat Yakut ve hatiye çêkirin. Li abîdeyê dayikek li navê dayikek ku dayikên Roboskî temsîl dike, li dorê guleyên balafirên şer û li ser abîdeyê navên 34 kurdên hatine kuştin...
Di merasima vekirina abîdeyê de namzetên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Serokê ÎHD'ya Amedê Racî Bîlîcî, Seroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz, nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl, xebatkarên Şaredariya Kayapinarê û gelek kesên ji gel amade bûn.
Di merasimê de Anli wisa got: "Rondikên çavên dayikên Roboskiyî ev du sal in qet ziwa nebûne. Her tişt di destê me de ye. Em bang li tu deveran nakin, em li benda tu kesî namînin. Her tişt di dest, dil û têkoşîna gelê me de ye."
Her wiha Anli dayika Mîran Encu ya di salvegera komkujiyê de ji ber qeyrana dil wefat kir jî bibîr anî.