Diyarname
KCD, Kongra-Gel û eşîrên Ertoşî û Pinyanişî banga aramiyê li her kesî kir û xwestin kes neyê provakasyonê.
Remzî Kartal: Gelê me bila nekeve nav provakasyonê.
Hevserokê Kongreya Gel Remzi Kartal li ser pevçûna di navbera eşîrên Ertoşî û Pinyanişî kir ku nekevin nav provakasyona dewleta Tirk.
Kartal ji bo Med Nûçeyê axivî, got ku dewleta Tirk eşîrên Culemêrgê dide hev û diyar kir ku ev bûyera ku derketiye provakasyoneke dewletê ye. Kartal bang li her du eşîran kir ku pejinkar tevbigerin.
KCD'ê bang gel û eşîran kir
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî bang li her du eşîran kir ku nekevin nav provakasyonan.
Hevserokên KCD'ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk daxuyaniyeke nivîskî weşand, got ku pevçûna di navbera ciwanan de dest pê kiriye û veguheriye pevçûna nav du eşîran û wiha dom kir: "Ev bûyereke xemgîn de. Di 2'yemîn salvegera Şoreşa Rojava de ji 7 salî heta 70 salî her kesî berê xwe d aye ser sînorê Kobanî, tehemula li sînoran nemaye. Di demeke wisa, di dema ku 1'emîn Konferansa Bajêr a Culemêrgê li dar ket ku her kesî di nav de cih girt de, derketina bûyereke wisa gelek balkêş e. Di vê dema ku kurd berdêlên mezin didin, yekîtiya neteweyî û têkoşîna ji bo çareseriyê bilind bûye de bi taybetî em bang li rêberên eşîran dikin, bila gelê me neyê provakasyonan".
Nûnerên eşîrên Ertûşî û Pinyanişî jî bang kirin
Yek ji nûnerên eşîra Ertoşî Abdullah Adiyaman û rêberê eşîra Pinyanişî Orhan Pîrozbeyoglu jî banga pejinkariyê kirin. Her du nûneran di televîzyona Med Nûçe de gotin ku pevçûn zirarê didin gel û banga pejinkarî û aramiyê kirin.
Li Culemêrgê 2 roj berê di navbera 2 eşîran de pevçûn derketibû, di hevçûnan de kesek bi navê Mustafa Er wefat kiribû û 10 kes jî birîndar bûbûn. Hat gotin ku birîndar rakirine Nexweşxaneya Wanê.
Walîtî derketina kuçeyan qedexe kir, dikandaran jî dikanên xwe venekirin.