Diyarname
Nivîskar Omer Dilsoz li ser şêwra romana kurdî dê biaxive, hunermend Ercan Bingol jî dê destegulek ji muzîka blues pêşkêş bike. Çalakî li Cafe'ma li Mêrsînê li dar dikeve.
Li Cafe'M ku li Mêrsînê nêzî du salan e vebûye, rêzeçalakiyên huner û wêjeya kurdî berdewam in.
Rêzeçalakiyên kurdî yên wekî gotûbêjên wêjeyî, şêwrên helbestxwendin û roman û çîrokê, guhdêranên muzîkê, ji bo nivîskar û stranbêjên kurd rojên îmzeyê û çalakiyên têvel, piştî Şêwra Helbestê ya Berken Bereh bi bernameya duyem dom dikin.
Di 26'ê avrêlê roja şemiyê, saet 15:30'an de, vê carê romanûsê kurd
Omer Dilsoz û muzîkjen Ercan Bîngol mêvanên Cafe'M Mêrsînê ne.
Nivîskar Omer Dilsoz ku heta niha 4 jê roman 5 pirtûkên wî derketine, wê şêwrekê li ser romana kurd bigerîne.
Pişt re jî muzîkjen Ercan Bîngol ku muzîka Blues çêdike û albuma wî ya bi navê RON ji Ses Muzîkê derketiye, wê guhdêranekê ji bo guhdar û hezkiriyan pêşkêş bike..
Dîrok: 26.04.2014, Saet 15.30
Cih: Cafe'M Mêrsîn: Çankaya Mah. 4711 Sokak.No: 2/3 Akdeniz/Mersin