SERBAZ SIYAMEND
Li bajarê Hewlêrê peykerê Şêx Mehmûdê Berzencî (Şêx Mehmûdê Hefîd) ji nû ve hate çêkirin.
Peykerê Şêx Mehmûd Berzencî yê li Xaçeriya Şex Mehmûd, ji nû ve hate çêkirin. Peykerê Berzencî, di sala 1980`î de hatibû çêkirin. Waliyê Hewlêrê peykerê berê rakir û li şûna wî yekî nû da çêkirin. Piştî xebata çend mehan, peykerê nû yê Şêx Mehmûd Berzencî, li cihê wî yê berê li Kolana Şêx Mehmûd a li Xaçeriya Şex Mehmûd dîsa hate bi cih kirin.
Şêx Mehmûdê Berzencî kî ye?
Şêx Mehmûd Berzincî, li Herêma Federal a Kurdistanê bi navê Şêx Mehmûdê Hefîd tê naskirin. Berzencî kurê Şêxê Qadirî Şêx Seîd e. Piştî ku bavê wî di sala 1908’an de ji hêla osmaniyan ve hate kuştin, Şêx Mehmûd şûna bavê xwe digire û têkoşîna wî didomîne. Di Şerê Cîhanê yê 1`emîn de, ji bo avakirina dewleteke serbixwe têkoşînê dike. Bi vê armancê, bi kurdên li Îranê re îtîfaqê dike û li hemberî îngilîz û ereban şer dike. Cara yekemîn pûlên postayê yên kurdan ji hêla Berzencî ve hatine çapkirin.
Berzencî ku li hemberî ereb û îngilîzan heta sala 1932`yan li ber xwe da, di sala 1956`an de çû ser dilovaniya xwe.
(Nûçeya DÎHA'yê ji Azadiya Welat hatiye girtin)


