Diyarname
Gelek rojnameger, nîvîskar, akademîsyen, karsaz û hunermendî bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Îran) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kirin ku pirsgirêkên navbera xwe bi riya danûstendinê çareser bikin.
Banga ku di bin sernavê “Ji Birakujî Re Na!” hatiye belavkirin de, ji bilî PDK-Îran û PKK’ê bang li rêber û partiyên siyasî yên din yên kurd jî hatiye kirin. Diyar kirine ku yekane riya çareseriyan danûstendin e. Divê her aliyên siyasî di pirsgirêkan de riya danûstendinê esas bigirin û hewl bidin ku ev yekane rê serbikeve.
Di bangê de wisa hatiye gotin: "Sedem çi dibe bila bibe her şerê li navbera kurdan birakujî ye. Bi vê baldariyê re şerê li navbera Hîzbî Demokratî Kurdistanî Îran (PDK-Îran) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku li Kêlêşînê qewimiye jî birakujî ye û em dixwazin ev şer di zûtirîn demê de raweste.
Di hemû pirsgirêkên navbera kurdan de tê jiyîn an jî muhtemel e ku bê jiyîn yekane riya çareseriyê, danûstendin e.
Em di serî de ji hemû aliyan, bi taybetî PDK-Îran û PKK’ê, daxwaz dikin ku ji bo hewldanên çareseriyê tenê riya diyalogê bikarbînin."
**
Nûçeyên eleqedar:
- Kerîmî: Bûyera Kelaşînê plana Tirkiye, Îran û PDK'ê ye
- Gulpî: Dixwazin di navbera gerîla û pêşmergeyan de nakokiyan çêbikin
- HPG'ê li ser bûyera li Kelaşînê daxuyanî da


