Diyarname
Serokê Amedspor Direniş Taraftarlar Dernegi Ramazan Tugay û hin endamên komeleyê ji bo xwestina alîkariya rakirina qedexeya deplasmanê îro çûn Meclisa Tirkiyeyê. Kom çû serdena Koma HDP'ê û Koma CHP'ê û ji wan xwest meseleya qedexeya deplasmanê ya li ser temaşevanên Amed Sporê bibin meclisê û li çareseriyê bigerin. Tugay wisa got: "Par qedexe danîn ser deplasmanê ku nahêlin alîgirên Amed Sporê di deplasmanê de herin li maçan temaşe bikin û piştgirî bidin tîma xwe. Ev qedexe hê jî didome. Ji ber qedexeya deplasmanê nahêlin em li maçan temaşe bikin." Kom çû serdana HDP'ê ligel Berdevka Serokê Koma HDP'ê Filiz Kerestecioglu û Mebûsê HDP'ê Ziya Pir hevdîtin pêk anî. Paşê çûn Navenda CHP'ê û ligel Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu hevdîtin pêk anîn, ji wan alîkarî xwestin. Endamên komeleyê formayên Amed sporê diyarî wan kirin.


