Hevpeyvîn: Cemil Oguz
Ehmedê Xanî hê di 44 saliya xwe de dev ji nivîsê ber dide, çima? Di 55 saliya xwe de mirina Xanî tê çi wateyê?
Gelo ew hat kuştin? Kesî berhemên Ehmedê Xanî dizîn? Nêrîna Xanî ya li ser evînê çi bû? Wî têkiliyeke çawa diparast? Xanî dikaribû ji bo kurdan bibe serokek? 'Mîrname'ya Jan Dost, Xaniyekî çawa pêşkêş dike? Û gelek pirsên din. Jan Dost dibersivîne...
Jan Dost ku berê li ser Kela Dimdimê destaneke, li ser Mehabadê "Mijabad", li ser Şêx Seîd "Sê gav û 3darek" nivîsandibû vê carê romaneke bi navê "Mîrname" li ser Xanî nivîsand. Me bi Dost re li ser "Mîrname" û li ser pirsên jorîn ên der barê Xanî de hevpeyvîneke kir. Fermo:
Pêşî, çima te navê ‘Mîrname’ lê kir?
Min dixwest navê wê ‘Nameyek ji bo mîr’ be. Heta di destnivîsê de navê romanê ‘Nameyek ji bo mîr’ bû, lê ji bo kurt be, ji bo rehet bê jiberkirin min ev nav dayê, navê romana li ser Şêx Seîd hinek dirêj bû. Mesela ‘Mijabad’ kurt bû, bêhtir tê behskirin ji ber ku navê wê kurt e. Di yê Şêx Seîd de hinek têde disekinin, her yek tiştek dibêje. Yek ji bo ku kurt be dibêje: Romana Şêx Seîd!!, ya din “Mîrname” yanê nameya ji bo mîr. Ji Ehmedê Xanî mesaja ji bo serokê kurdan e. Xanî nameyek ji bo serokên kurdan nivîsiye, hin daxwazên wî hene. Di dawiya romanê de jî nameya Xanî heye. Çi nivîsiye, çi xwestiye bibêje wekî çend rûpel heye. Ji ber vê yekê min navê ‘Mîrname’ lêkir.
Gelek wêjevanên kurd hene. Wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, çi zanim Baba Tahir. Çima ne ew, te li ser Xanî nivîsî?
Mimkûn e li ser wan jî bê nivîsandin, lê bêhtirî 20 salan e ez û Ehmedê Xanî em bi hev re dijîn. Dema tu bi Xanî re bijî, yanê tu bi berhema wî re dijî, bi şahesera wî Mem û Zîn re dijî. Bi qasî ku min li ser Mem û Zînê lêkolîn kir, min wisa Ehmedê Xanî baş nas kir. Dema tu wî baş nas bikî, tu dikarî bikî lehengê romanê û tu dikarî bêhtir hestên xwe bibêjî. Ehmedê Xanî ji bo min gelek naskiriye. Ne naskirina wekî kurdan ku Mem û Zîn xwendiye, na, ez bi wî çavî lê nanêrim, ez bi çavê ku Ehmedê Xanî ji bo hemû mirovahî pêwîst e lê dinêrim, ne tenê ji bo kurdan. Kurdan ev aliyê Xanî baş nas nekiriye. Kurd bêhtir li aliyên wî yên kurdî dinêrin û kurd ji bo rewşa xwe ya îro wî bikar tînin. Ehmedê Xanî ji bo hemû gelan e. Mesela ji Xwedê re dibêje, ‘Divê kes nekeve agir’. Vê yekê ji bo hemû gelan dibêje. Gere em van aliyên Xanî jî derxin holê. Em deyndarên Xanî ne. Ev bîst sal in ku ez deynê wî didim û xelas nabe!
Dema min ‘Mîrname’ xwend di hin cihan de min got ev Ehmedê Xanî ye, hin cihan de wekî kesek xeyalî hat. ‘Mîrname’ sedî çend xeyalî ye, sedî çend Xanî bi xwe ye?
Mîrname ne dîroka rastî ya Xanî ye. Yanê ne romaneke biografîk e. Lê Mîrname tesewwura min ji jiyana Xanî re ye, ez çawa li Xanî dinêrim, jiyana wî çawa xeyal dikim... Mimkûn e romanûsekî kurd jiyana Xanî binivîse bi rengekî gelek cudatir, dikare wî li camiyê li ser nimêjê bibîne, her li wir e, yanê her yek dikare bi awayê xwe Xanî terîf bike, bide nasîn. Lê ya min xeyal gelek têde heye. Ez ji bo ku ji Xanî re karakterekî nû ava bikim vê xeyalê bikar tînim. Gelek caran xeyal rastiyên nuhênî dertêne holê. Ez dikim aliyên Xanî yên ku veşarîne, kurd qal nakin van aliyan bi aliyên wî yên kurd re bêne xuyakirin. Ez dixwazim Xanî bê naskirin, hezkirina wî ya li mirovahiyê bê naskirin, hezkirina wî ya ji Xwedê re naskirin; wekî evîndarekî wekî me hemûyan bê naskirin. Ez dixwazim Xanî wekî însan, bi goşt û rih bê naskirin.
Xanî di romanê de ji keçikê hez dike, lê ew nikarin xwe bigihînin hev. Gelo Xanî zewicî bû?
Na, dibêjin nezewicî ye.
Te jî li gor wê saz kir?
Min jî wisa saz kir. Ew jî nezewicî ye, Melayê Cizîrî jî nezewicî ye.
Tu dikaribûyî Xanî û yara wî bigihînî hev, bizewicînî, yan jî têkiliyeke saz bikî? Çima te nekir?
Çima min nekir? Pirseke baş e. Ehmedê Xanî bi xwe têkiliyê qebûl dike. Têkiliya di navbera xort û keçikê de. Ew bi xwe jî dema Mem û Zînê di bexçeya mîr de hev dibînin hev maç dikin, hev hembêz dikin. Yanê Ehmedê Xanî her tiştên wan meşrû dibîne heta kemerê. Dibêje ‘Serhedê zerafetan kemer bû’. Gelekî bi hev şabûne, şabûnê qebûl dike. Tiştek balkêş e, şêxek ku bingeha wî îslam be, vê tikiliya han baş û meşrû dibîne, encama eşqeke safî dibîne. Li gor vê min karibû Ehmedê Xanî bigihanda wê hezkiriya wî, lê min pir pêwîst nedît Ehmedê Xanî bigihîje yara xwe. Hinekî Xanî mutesewûf e, mutesewûf jî hinekî dûrî têkiliyên hisî ne, têkilyên laş pir napejirînin min xwest ez wî aliyê wî yê tesewûfê tercih bikim, ne aliyê wî yê însanî wekî aşiqekî, ku çawa yara xwe bibîne hema hembêz bike û maçî bike. Giraniya wî bi xwe, berhema wî bi xwe tesawûf e.
Di romanên te de karakterên te nagihîjin yara xwe. Şêx Seîd yara wî di bîrê de difetise, di Kela Dimdimê de Dosto nagihîje yara xwe, Mijabadê de jî wisa ye. Xanî jî te wisa kiriye. Tu çima wisa tercih dikî?
Eger bigihîje, ez bawerim çîrok temam nabe. Xeyal bike, Mem û Zîn zewicîn dê çi bibe? Tajdîn û Sitî zewicîn çîroka wan li wir ma, eşqa wan nema berdewam kir. Piştre Mem û Zîn hatin, ew negihandina hev kiraseke trajediyê li wan kir. Trajedî bêhtir nêzîkê dilê însan dibe û tesîrê lê dike. Dema tu çîroka mîr û jinemîrekê binivîsî, taliyê bizewicin, zarokên wan çêbibin, ew tu êdî çîrokê ji bo zarokan dinivîsî, tu êdî naxwazî zarok biêşin. Zarok guneh in, here çîrokên xweş ji wan re bibêje. Lê tu ji bo mezinan çîrokek çêkî û dawiya wê bikî zewac ez bawerim ne di cih de ye. Divê evîn têk biçe, ger têk neçe nabe evîn, nabe eşqa mezin. Mimkûn e însan di pê zewacê re jî ji hev hez bikin, ew hezkirina wan berdewam bike lê ew şewata evînê û êşa evînê girantir û hêjatir e ji xweşiya bîst sal zewacê. Ez bi xwe êşa evînê ji xweşiya zewacê bêhtir tercih dikim.
Ger ez şaş bim tu rast bike; piştî Mem û Zînê Ehmedê Xanî deh salan jiyaye lê êdî tiştekî din nenivîsiye. Çima gelo?
Di baweriya min de piştî Mem û Zînê Ehmedê Xanî gelek dilşikestî bûye. Wisa texmîn dikir şahesera wî Mem û Zîn dê hem li ba Mîrê kurd, hem di nava civaka Bazîdê de dê qedreke mezin bidinê, dê ew bibe Fîrdewsiyê kurdan, ewê bibe wekî Hafizê Şîrazî. Lê piştî ku Mem û Zîn qedand û danî ber destê Mîr, encameke pir diltezîn dît, loma Xanî dibêje, “Mîr qet guh neda min, qet tênegihîşt ka min çi nivîsiye.” Dema wisa bibêje, ew nivîskar biryarekî digire. Yekî wekî Ehmedê Xanî ez bawerim biryar standiye ku êdî nenivîse. Ji ber ku eleqeya ku hêvî dikir nedît, protesto kir û nivîsa xwe rawestand. Ne mimkûn e kesek wekî Xanî xwedî zanyarî, xwedî eşq û tesawûfê bêdeng bimîne. Ez nabêjim berhemên wî winda bûn, ez dibêjim protesto kir û êdî nenivîsî.
Nizanim mirov dikare li vir rexneyeke li Xanî bike. Îro jî berhem qîmetê nabînin, bila însan protesto bikin?
Ger wî protesto nekira û binivîsanda dê ji bo me kurdan pir baş ba. Bifikire ger du heb destanên din binivîsanda? Niha ji bo me dê dewlemendiyeke ba. Divê mirov protesto neke, têkoşînê bike. Têbikoşe ku rewşê baştir bike. Ez bi xwe gelek caran têm ku qelema xwe duqet bikim û xatir ji nivîsandinê bixwazim lê nikarim. Xanî wisa xwest, ji bo wî rehetî bû, ger ji bo wî rehetî bû divê em vê qebûl bikin, lê binivîsanda dê ji bo me baştir ba.
Hin Xanî wekî filozof binav dikin, hin wekî wêjevan. Li gor te Xanî çi ye?
Mirov nikare ji bo Xanî bibêje fîlozof e. Fîlozof ew in ku sîstemeke nû ji bo bîr û baweriya civakê dibîne, sîstemeke nû dadimezrîne. Lê Ehmedê Xanî ramyar e. Ji bo kurdan fikiriye. Lê têgeheke berfireh a felsefeyê dananiye. Jixwe ev taybetiyên berhemên klasîk in. Di berhemên klasîk de her cure zanîn xuya dikin. Ehmedê Xanî behsa stêrkan, behsa çerxa gerdûnê kiriye, ma em dikarin bibêjin stêrknas e? Behsa dixtoriyê kiriye, ma em dikarin bibêjin dixtor e. Ew bêhtir wekî entelektueleke pir mezin e; civak nas kiribû, kurd nas kiribû, rewşa dema xwe xweşik xwendibû. Ez îdîa dikim ku wî dizanî Osmanî li Rojava têk diçin, zeyîf dibin, dem hatiye ji bo ku kurd jî ji bo xwe bixebitin. Giraniya wî ji bo kurdayetiyê di vir de ye. Lê hema ew ne fîlozof e, entelektueleke mezin e. Mixabin eleqe nedît.
Te got, bîst salan ez pêre jiyam. Mirov dikare bibêje ‘Mîrname’ encama bîst salan e?
Na. Encama lêkolîna min a bîst salî ya li ser Mem û Zînê ye. Mîrname beşek ji vê encamê ye. Ez dibêjim min lêkolîneke baş li ser teksta Mem û Zînê çêkiriye. Şirovekirina wê, peyvên biyanî, sembolên ku Ehmedê Xanî bikar anîne. Mîrname jî encama hezkirina min a ku ez ji kesê bîst sal e ez pêre dijîm e. Min jê hez kir, min li ser nivîsî. Pir jê hez kir, ji wêjevanên me yên din jî. Ez ji Xanî hez dikim zêdetir ji Cizîrî, digel ku berhema Cizîrî asta wê gelek bilind e jî, bilindtir e ji ya Ehmedê Xanî jî. Dîsa jî ez ji Xanî zêdetir hez dikim. Ew nêzîktirî rihê min e. Cizîrî di siya mîran de dijî, xanî dûrî wan û rastgo û bi tundî rexnegirê mîran e.
Di romanê de Buharî destaneke tîne, Xanî dibêje, ‘Te destana min dizî ye’. Bi rastî destanên Xanî hatin dizîn?
Na, nehatin dizîn. Mimkûn e hatibin dizîn lê min ew ji xeyalê xwe çêkirin. Wê demê jî dizîna berheman hebûye. Mesela Xanî di destpêka Mem û Zînê de dibêje ‘min nediziye ji kesekî’. Melayê Cizîrî rexne li kesek kiriye ku dibêje te helbesta min dizî. Yanê wê demê jî weke niha diziya tekstan hebû. Min xwest ez behsa wê diyardeyê bikim ku ev jî rengek ji rengê tevgera wêjeyî ye.
Di romanê de mirov dikeve nava hesteke wekî ku Ehmedê Xanî nemiribe, wekî ku hatibe kuştin. Gelo Xanî hat kuştin?
Belê, Ehmedê Xanî hatiye kuştin. Xanî hat kuştin dema ku mîr guh nedayê. Ehmedê Xanî hat kuştin dema ku Mem û Zîna wî ew qas sal bêxwedî ma. Piştî nivîsandina Mem û Zînê bi 300 salan bi rojnameya Kurdistan re çend malik tenê hatin weşandin, ew jî aliyên wê yên miletperwerî derxistin pêş bûn. Dûre di sedsala 20’an de û bi hilbûna tevgera netewî re hêdî hêdî Ehmedê Xanî hat naskirin û berhema wî hate xwendin. Yanê 300 salî Ehmedê Xanî hat kuştin. Niha kesek dema dimire berî mirinê heqê xwe negirtibe jî bi mirinê re hurmet didinê, berhemên wî çap dikin. Xanî, “Çi bikim qewî kesad e bazar / Nîn in ji qumaşê re xerîdar / bilcumle li ser diravê bû ceng” dibêje, yanê hemû mesele bûye pere, xelk ji bo pereyan dixebite û qîmeta wêjeyê nîn e. Îro eynî wisa ye. Û her zemanwisa ye. Em jî heqê Xanî nadin û dikujin. Serokên me wî dikujin dema ku eynî siyaseta mîrê Bazîdê dajon. Serokên me wî dikujin dema ku kesên nezan û genî li xwe kom dikin! Ronakbîrên me wî dikujin dema ku ji pertewa wî rihê wî yê nûranî û zelal pirîskên ronî ji xwe re nabin û dilpak nabin. Kuştina wî di wir de sembolîk e, ne ku jehrdaneke rastîn e. Ez qala hibrê dikim! Hibra nivîskar dikuje. Lê ev jî heye: Mimkûn e Ehmedê Xanî hatibe kuştin ji ber ku Xanî di 55 saliya xwe de miriye. 55 salî de mirin pirseke dixe serê mirov. 55 sal ne temenê mirinê yê normal e. Mem û Zîn di 44 salî de nivîsandiye, piştî deh salan bimire pirsek balkêş e. Di romanê de bi wê jehrdayînê min bersiveke daye vê pirsê. Îhtîmal e hatibe kuştin.
Di romanê de ticar keça xwe nade Xanî ji ber ku feqîr e. Niha jî wisa pir in. Ev ci qeder e?
Ev nêrîna li wêjeyê ye. Bazirgan dê çi ji wêjeyê fêm bike. Li dinyayê wêjevanekî herî navdar hebe jî dema pereyên wî nîn bin, ew li cem ticar ne tiştek e. Di romanê de wekî ku em li Ehmedê Xanî dinêrin ew ticar lê nanêre. Çend pereyên Xanî hene, milkê wî çi ye, erd û malê wî çi ye, ev li ba ticar pêwîst e. Mem û Zîna wî hebe yan nîn be ne xema ticar e. Piştre Xanî evîndar e, divê evîn têk biçe. Ew mirovekî şair e, bavê yara wî tacir e û şair û tacir tu carî nikarin bi hev re bijîn.
Wê çaxê divê em ji keça dewlemendek hez nekin?
Divê em ji keçên şairan hez bikin. (Em her du dikenin)
Ez dixwazim pirsek wisa bikim: Xanî niha bijiya dikaribû biba serokek?
Na. Xanî nabe serok, nikare bibe, Xanî tenê dikare ji serokan re bibe musteşar (Şêwirmend). Dikare bi vê şêwirmendiyê gelek rêyên baş bide ber serokên kurdan, eger bi ya wî bikin. Di Mem û Zînê de jî gotiye ji bo Mîrza beg, ‘Ger bi ya min bikira min dê şoreşek di wêjeya kurdî de çêbikira’. Ne tenê di wêjeyê de, dê civak jî biguheriya, dê biba xwedî rewşek baş. Nikare bibe serok ji ber ku wêjevan e, ji ber ku mutesewûf e, mutesewûf dûrî siyasetê ne. Sofî ye. Serok dilreq in, ne dilzîz in. Xanî yê diltenik dê nikariba destê xwe bixe destê waliyekî ku zilmê dike! Têkiliya sofî û hikumdaran gelek xirab e, dûrî hikumdaran in. Ehmedê Xanî jî sofî bû, sofiyekî mezin, sofîtî derbas kiribû jî. Her wiha di Mem û Zînê de gelek mîr rexne kiriye. Şêweya hikumdariyê rexne kiriye. Her gotiye dûrî mîran here, li wan ewle nebe û baweriyê bi wan neyne. Ez jî niha vê dibêjim.
Wekî pirsa dawî, berhemên te li ser dîroka kurdan in; “Kela Dimdim”, “Mijabad”, “Sê gav û 3darek” û “Mîrname. Û paşê?
Mimkûn e ez vê qonaxê derbas kim. Ev cara yekem e ez di vê hevpeyvînê de dibêjim. Mimkûn e ez dev ji qonaxa romanên dîrokî berdim. Heta niha min dîrokî nivisîn. Ji Mîrname û wêde mimkûn e ez derbasî rengeke din a romanan bibim. Ji ber ku pir kes dibêjin ‘tu ji bilî dîrokê nikarî binivîsî’, ew jî dibe pêşberiyeke min û nivîsê. Ez romanekî ne dîrokî binivîsim dê çi bibe? Pir kes dibêjin ‘tu nikarî.’ Li xweşa min nayê. A rast ez hez ji dîrokê dikim loma dinivîsim, lê ev gotin li xweşa min nayê. Ji ber vê be jî ezê tiştinên din binivîsim. Emê binêrin ka pêşerojê de ezê çi binivîsim.
***
Jan Dost kî ye?
Nivîskar Jan Dost li Kobanê di sala 1965'an de hatiye dinê. Li bajarê xwe heta lîseyê xwendiye û derbasî Zanîngeha Helebê Beşê Biyolojiyê bûye lê xwendina xwe temam nekiriye. Jan dost ku ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî û nivîskarê Diyarnameyê ye.
Berhemên wî:
- Kela Dimdim (Destan)
- Mijabad (Roman)
- 3 gav û 3darek (Roman)
- Xebateke li ser Mem Zîna Ehmedê Xanî (Ev bi erebî heta niha li Sûrî, Libnan, Dihokê çend caran hatiye çapkirin)
- Mem û Zîna Ehmedê Xanî bi kurdiya îro
Mîrname / Jan Dost / Weşanên Avesta/ Roman / 232 rûpel
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe û nivîsên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe û nivîsên Diyarnameyê qedexe ye.