Diyarname
Di Lîga Şampiyonan a UEFA'yê de maçên nîv fînalê yên yekemîn dest pê dikin. Maçên yekemîn vê hefteyê dûyemîn dê serê gulanê bêne lîstin.
Roja 24'ê mehê saet 21.45'an de Liverpool li mala xwe Stada Anfield Roadê tîma îtalî Romayê dike mêvan.
Roja 25'ê mehê jî Bayer Munih ê alman li stada xwe Allianz Arenayê tîma spanî Real Madrîdî dike mêvan. Ev du sal bûn ku Real Madrîd Kûpaya Lîga Şampiyonan dibe mala xwe û ev maç wekî fînal jî tê dîtin.
Maçên duyem ên nîv fînalê rojên 1 û 2'yê gulanê dê bêne lîstin û di encamê de du tîm dê derkevin fînalê.
Wekî notek: Maça Liverpool û Roma di TRT 1'ê de bê şîfre tê weşandin, lê maça din di Tivi Bu 2 de bi şîfre tê weşandin.