Diyarname
21'emîn Fûara Pirtûkan a Îzmîrê ku ji aliyê TUYAP'ê roja 16'ê mehê bi merasimek hat vekirin û heta 24'ê mehê vekiriye.
Fûara ku li Qada Fûarê ya Navneteweyî ya Îzmîrê (Kulturpark) hatiye vekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Aziz Kocaoglu vekir û xêrhatin li mêvanan kir. Mêvanê rûmetê yê îsal helbestvan Huyesin Karataş e.
Îsal li dor 400 weşanxane û saziyên sivîl beşdarî fûarê bûne û li dor 150 jî çalakiyên çandî têne li dar xistin.
Ji weşanxaneyên kurd Weşanên Aramê (Salon 2. no 109 D), Weşanên AVA (salon 2, no 109 C), Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (Salon 1A, no 604) jî li fûarê ne. Her wiha Weşanên Evrensel Basim Yayin ku bi kurdî jî pirtûkan çap dike, dîsa weşanên Belge ku hindik be jî carinan bi kurdî tiştinan diweşîne li fûarê stand vekirine.
Di fûarê de gelek panel û gotûbêj hene. Yek ji wan jî panela bi navê "Li nav kurdan dîplomasî" ye ku bi beşdariya Faik Bulut û Ozden Mizrak li dar dikeve. Panela ku Evrensel Basim Yayin saz dike roja 24'ê mehê saet 18'an de li dar dikeve.
Vane hin panel û gotûbêjên ku me neqandin:
17 Avrêl
Salona Konferansê 1:
14.30-15.30
Gotûbêj: “Ortadoğu Nereye Gidiyor”
Axifger: Fehim Taştekin
Amadekar: İletişim Yayınları
18 Avrêl
Salona Konferansê 1:
15.45-16.45
Gotûbêj: “Tayfun Gönül ve Türkiye'de Vicdani Ret”
Axifger: Aytek Özel, Gediz Akdeniz, Vedat Zencir
Amadekar: Kaos Yayınları
20 Avrêl
Konferansa Salonê 1:
18.15-19.15
Gotûbêj: “Militarizm ve Özyönetim”
Axifger: Aytek Özel, Gazi Bertal, Yavuz Atan, Vedat Zencir
Amadekar: Kaos Yayınları
21 Avrêl
Salona Konferansê 1:
17.30-18.30
Gotûbêj: “Sennur Sezer’e Saygıyla”
Axifger: Adnan Özyalçıner, Arife Kalender, Betül Tarıman, Zübeyde Seven Turan, Sevim Korkmaz Dinç
Amadekar: Kadın Yazarlar Derneği-Evrensel Basım Yayın
23 Avrêl
Salona Konferansê 1:
18.00-19.00
Gotûbêj: “Yeni Osmanlıcılık ve Türkiye’nin Geleceği”
Axifger: Erdoğan Aydın
Amadekar: Literatür Yayınları
23 Avrêl
Salona Konferansê 3:
15.30-16.30
Gotûbêj: “Yazdıklarımın Etrafında”
Axifger: Murathan Mungan
Amadekar: Metis Yayınları
24 Avrêl
Salona Konferansê 1:
18.00-19.00
Gotûbêj: “Kürtlerde Diplomasi”
Axifger: Faik Bulut, Özden Mızrak
Amadekar: Evrensel Basım Yayın