Diyarname
Lîstikvanê portekîzî Cristiano Ronaldo ligel klûba Erebistana Siûdî Al Nassr peymanek du sal û nîv girê da. Ronaldo ji bo vê yekê ji klûbê dê 75 mîlyon dolar pere bigire.
Klûba Al Nassrê ji ser hesabê xwe yê tora civakî re ev peyman ragihand û got, “Dîrok tê nivîsîn. Ev îmze dê tenê serketinê hê mezintir nede klûba me, di heman demê de dê îlhamê bide lîga me, neteweya me, nifşê me yê pêşerojê, ji bo keç û kurên me hê baştir bin dê îlhamê bide wan. Tu bi xêr hatî mala xwe ya nû.”
Cristiano Ronaldo piştî ji Manchester Unitedê veqetiya ji bo gelek tîman navê wî derbas bû, lê îdîaya mezin Erebistan bû û niha eev yek pêk hat. Klûbê li ser hesabê tora civakî ev heyman û wêneyê Ronaldo ligel formaya wî ya nû belav kir.
Klûba Al Nassr di sala 1955’an de li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê hatiye avakirin. Klûb di Lîga Profesyonel a welat de dilîze. Stada wê xwedî kapasîteya 71 hezar kesî ye. Klûb herî dawî di sala 2019’an, bi temamî 9 caran li vê lîgê bûye şampiyon. Par wekî sêyemîn lîg tema kir.
Klûb di Lîga Şampiyonan a Asyayê de carek bûye duyemîn (1995), carek Kûpaya Serketiyên Kûpaya Asyayê, carek jî Super Kûpaya Asyayê girtiye.
Di nav kadroya tîma Al Nassr de lîstikvanên wekî Vincent Aboubakar, Telisca, Luiz Gustavo hene.
Di vê Pro Lîga Erebistana Siûdî de 16 tîm hene. Vê hefteyê li lîgê maçên hefteya 11’emîn têne lîstin.