logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

Vaye encamnameya Kongreya Îslama Demokratîk

Kongreya Îslama Demokratîk bi dawî bû. Di encamnameya ku ji 14 xalan pêk tê de wiha hate gotin:

  • Dîrok: 11/05/2014
  • Beş: Nûçe

AMED

Kongreya Îslama Demokratîk bi dawî bû. Di encamnameya ku ji 14 xalan pêk tê de wiha hate gotin: "Peyama ku ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve ji bo kongreya me hatiye şandin girîng û bi nirx hatiye dîtin. Ji bo ku Birêz Ocalan hîn çalaktir beşdarî pêvajoya aştiyê bibe em bi diayên xwe piştgiriyê didin azadiya wî.”

Kongreya Îslama Demokratîk ya ku bi pêşniyariya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat li dar xistin û diyarî rihê Mele Evdilayê Timoqî hat kirin bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. Encamname ji bo delegosyanê hat ragihandin û hat qebûl kirin. Di encamnameyê de hat diyar kirin ku Kongre dê li hember nelirêtiyên li ser navê îslamê tê kirin raweste, darvekirinên Îran û Misrê şermezar bike. Ji bo Ocalan jî di encamnameyê de wisa hat gotin: “Peyama ku ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve ji bo kongreya me hatiye şandin girîng û bi nirx hatiye dîtin. Ji bo ku birêz Ocalan hîn çalaktir beşdarî pêvajoya aştiyê bibe em bi diayên xwe piştgiriyê didin azadiya wî.”

Kongreyê biryar da ku xebatên xwe xurtir bike û ji bo ku ev xebat bi awayekî rêxistinî û domdar dewam bike û xebatên wê berfirehtir bibe di asta rêveberiyê de lijneyek peywirdar kir.

Veya bi temamî encamnameya kongreyê:

Pêşnûmeya encamnameya bangewaziya Kongreya Îslama Demokratîk 

Em ê ku di bin sernavê Kongreya Îslama Demokratîk de hatine cem hev, bi hereketkirina ji sûreyê Maîde ayeta 32’yan “Kî bibe sedemê jiyana mirovekî her wekî bibe sedemê jiyana temamê însaniyetê” em kesên ku ji bo aştiyê dixebitin û têdikoşin bi silava Xwedê silav dikin. Aşîkar e ku şîdet, pevçûn û jihevqetandinên ku her diçe zêde dibe, êdî erdnîgariya îslamê xistiye nava kaosekê. Lê Îslam bi peyama xwe edalet, aştî û ji bo mirovahiyê rêgezên gerdûnî temsîl dike. Di nirxandinê înşakirina aştiyeke mayinde û pesendî de, bi pêdiviya pêkanîna hemû aliyên ku hestiyariya wan ya îslamî û însanî heye, dikarin di çarçoveya Hevpeymana Medîneyê de rêbazeke xebatê bikin û ev ek hat qebûl kirin. Ev diyare ku Hevpeymana Medîneyê hemû komên ku li Medîneyê dijiyan piştî muzakereyan maf û azadiya wan bi awayekî nivîskî garantî kir. Kongreya me di çareserkirina pirsgirêkên ku di roja me de xwe nîşan didin de ligel hevpeyvîn, muzakere, şêwir û rêçikên makezagonî wekî model Hevpeymaniya Medîneyê pêşniyaz dike:

1. Hişmendiyên desthilatdarî yên serdema cahiliyeyê ku civakan dikin dijminên hev û dibin sebebên ziyanên ku telafiya wan zore, li pêş civakên ji hev cudayên ku dixwazin bi hev re di nav aştî û azadiyê de bijîn astenga herî mezine. Îro erdnîgariya me bi qeyraneke mezin a ku nikare tehemul bike re rû bi rû ye. Ev rewş di çarçoveya Hevpeymaniya Medîneyê de înşakirina umetê ji nû ve li ser me pêwist dike.

2. Terma “umetê” ya ku di madeya yekem a Hevpeymannameya Medîneyê de derbas dibe xwedî wateyeke pirnasnameyî, pirzimanî û pirbawerî ye. Divê nêrînên siyasî û bawerî bigirin berçavan, ku umet ji dînên cuda ji mezhebên cuda, bawerî û nasnameyên cuda pêk tê. Di bikaranîna maf û azadiyên bingeh de, di xweîfadekirina kes û civakan de parastina hişmendiyeke bi edalet, wekhev û azad bi sazûmankirina pergaleke huqûqî ku mafan bigire bin garantiyê pêdîvîyeke îslamî ye.

3. Ayeta “Jihevcudabûna ziman û rengên we ji ayetên xwedê ne” (Rûm-22) di serî de bikaranîna zimên maf û azadiyên civakan garantî dike. Bikaranîna gelan a ziman û çanda, xwe bi awayekî azad mafekî ku xwedê daye. Nayê qebûl kirin ku tu desthilatdariyeke siyasî û şîroveyeke olî van civakan ji vî mafî bêpar bike.

4. Gelê kurd yek ji wan gelên qedîm e ku li ser erdnîgariya ku dijîn ji destpêka dîrokê heya niha li ser navê dîn û umetê her cure berpirsiyarî û fedakarî bi cih anîne. Niha divê umet jî li hemberî êrîşên desthilatdariyên laîk, netewe-dewlet, mezhebperest û neteweperest yên li ser kurdan, berpirsiyarî û fedakariyên xwe nîşan bidin.

5. Jinên ku nîvê civakê pêk tînin û nîvê din jî anîne dinyayê ji qadên civakî, çandî, siyasî û aborî hatine dûrxistin. Ev aşîkare ku di jiyana giştî de bi taybetî di şeran de li ser jin û zarokan êrîşên qirêj tên meşandin. Kongreya me bi taybetî tacîz, tecawiz, cînayet, zewicandina bi zarokatî û her cure tundiyên ku ji aliyê hişmendiyên zilamperest û desthilatdarî ve tên meşandin red dike.

6. Di Quranê de dema wesfên rêvebiran tên medih kirin, li ser rêveberiya jinê edalet û îstîşare tê pêşniyaz kirin. Nexwe beşdarbûna jinê bi aweyekî wekhevî di civakê de di çareserkirina tevahê pirsgirêkên civakî de bivênevê ye. Kongreya me bi vê hişmendî û zanînê mafên jinan û temsîliyeta wan di temamê qad û saziyan de bi awayekî azad qebûl û nas dike.

7. Di bikaranîna gelan de mafên xwe yên sirûştî, qanûnî û siyasî yên ku îslamê daye wan de dijwarî, tundî, zilm û darvekirinên ku dibînin nayê qebûl kirin. Di vê çarçoveyê de bi darvekirinên ku li Îranê tên dîtin, biryarên bidarvekirinên ku li Misrê hatine dayin, hişmendiya siyaseta mezhebî ya ku li Bahreyn û Erebîstana Suûdî derxistiye holê û nêzîkahiyên eşîrtîyên teng yên li Yemen û Lîbyayê xencereke mezin e ku li dilê civakan hatiye xistin. Aktorên siyasî divê li hemberî daxwazên gelan dev ji tundiyê berdin.

8. Divê îradeya ku aliyên têkildar derbarê çareserkirina pirsgirêka kurdî bi awayekî aştîyane nîşandane, ji aliyê herkesî ve girîng bê dîtin. Ji bo ku aşîtî bi awayekî mayinde bidome divê di çarçoveya Hevpeymaniya Medîneyê de rêçikên makeqanûnî û muzakere pêk bên. Bi vê mebestê beşdarên Kongreyê derdorên îslamî jî vedixwîne ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û bi awayekî çalak beşdarî vê pêvajoyê bibin. Di serî de Tirkiye û Suriye li Îran û Iraq jî çareserkirina pirsgirêka kurdî li ser bingeha edalet û mafan di bin berpirsiyariya misilmanan de ye. Ligel hemû aliyên civakî û cemaetan, saziyên mîna Teşkîlata Hevkariya Îslamî û Yekîtiya Ereban divê hêj çalaktir beşdarî pêvajoyê bibin.

9. Şer û pevçûnên ku li Suriye û Rojava diqewimin îradeya bihevrejiyana gelan tehdît dike. Kongreya me dide zanîn ku bi wan rêxistinên ku bi fetwayên derbareyê tundiyên ku pêk tînin de û desthilatdariyên ku bi polîtîkayên xwe piştgiriyê didin wan bi ruhê îslamê re nayê cem hev.

10. Kongreya me rêvebir û dewletên herêmê ji bo ku alîkariyên însanî bigihîjin Suriye û Rojava hemû aliyên têkildar dawetî vekirina deriyên sînoran dike.

11. Di serî de herêma me ew şerên ku li gelek deverên dinyayê yên curbecur li ser bingeha nasnameyî û mezhebî tên meşandin tirs û fikarên mezin derdixe holê. Ev rewş tê wateya dûrketina ji nirxên îslamî yên gerdûnî, aşitî û edalet. Lazim e hema ji wan siyasetên ku zirar dide yekîtiya gelan dev jê bê berdan.

12. Sîyaset û tecrûbeyên îslamê li hemberî civak, bawerî, ol û çandên ji hev cuda li ser bingeha nêzîkbûneke wekhevî hatiye ava kirin. Li ser vî esasî divê di serî de yên elewî, ermenî, suryanî û êzîdî hesasiyetên hemu civakan li ber çav bê girtin û maf û azadiyên wan yên bingehîn bi makezagonan bên garantî kirin.

13. Kongreya me di cihê dîyaneta ku îktîdar û dewletê derdixe pêş de, hişmendiyeke ku civakê û îslama pirane esas digire û tehekuma wê ya li ser ol û baweriyan qebûl nake. Perwerde û hîndekariya olî di serî de medrese divê ji civaka sivîl re bê hîştin û astengiyên li hember vê tev bên rakirin. Kongreya me di şexsên Mele Evdilayê Timoqî, Şêx Seîd û Seîdê Kurdî de ji bo tevahiya mensûbên medreseyan ku di hînbûna îslama rastî de keda wan derbas bûye re hatiye îthaf kirin.

14. Kongreya me wek alternatîfa kapîtalîsta nûjena hakîm hişmendiya îslamê ya adil, demokratîk, pirane, wekhev û azad girîng dibîne.

 

***

 

- Ji roja yekem a Konferansa Îslama Demokratîk hin not 

 

- Peyama Ocalan ya ji bo Konferansa Îslama Demokratîk

 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

H. Kovan Baqî: …dayikekê didirû ji dengê min re

news

Em hejmara çapkirina 386 pirtûkan derxin 10 qatên wê

news

diyarname podcast Claudette Colvin ku di 86 saliya xwe de mir çi kiribû?

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

Sîtav bi berhemên xwe amade ye

news

Sînorên nav kurdan, sînorê Belçîka-Hollandayê

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname çand Nûçe #news Kovara Dilop

news

Berhem-Yaşar Eroğlu: 'Kula Faykeyê Spî' derket

news

Dilşêr Bêwar: Nezanîn

news

Cemil Oguz: 1992 – 2003 – 2012 – 2025

news

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin #diyarname #diyarname20salîye

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

news
  • 01 06 2026

Li Çingûşa Amedê ji bo bendav xira nebe av berdan

news
  • 01 06 2026

Kongreya Amedsporê li ser ket; va ye lîsteya rêveberî û hedefên wan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Efsaneyê Talk Showê Springer mir

ad

Galatasaray navê stadê xwe diguherîne

ad

Werger û rojnamegerî: Yek mînak

ad

TIME'ê Amed xist nav lîsteya 100 cihên divê mirov lê bigere

ad

Konser, gotûbêj, şano, bernameyên dawiya vê hefteyê

ad

Bi hevrîşimê dîrokê dineqişîne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname