logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  3. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  4. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Peyama Ocalan ya ji bo Kongreya Îslama Demokratîk

Kongreya Îslama Demokratîk li Grenn Parka Amedê li dar ket. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo konferansê peyamek şand.

  • Dîrok: 10/05/2014
  • Beş: Nûçe

AMED

Kongreya Îslama Demokratîk li Grenn Parka Amedê li dar ket. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo konferansê peyamek şand.

Vaye peyama Ocalan:

"Ji Kongreya Îslama Demokratîk re

Birayên min ên mumîn:

Li navendên sereke yên qada Îslamê guhertinek mezin pêk tê. Di vê pêngavê de îxanet û îsyana wê pêk tê. Di ferqa ku ger bîkaranîna têgehên “Kurdistan” û “Demokratîk” kêm û şaş bên famkirin, dê rê li pêş kêmasiyên din vekin û ji bo ku em rê li pêş şaşiyên mezin bigirin û rê li pêş rastiya cewherê wê vekin, di bikaranîna têgehan de neketim nava fikaran.

Bi taybetî du bizavên wekî navendên îslama hatin zanîn û heta îro bi feraseta desthilatdarî ya selefî ya Îrana şia ku bi hişmendiya dewletparêziyê tev digere texrîbatên mezin bi xwe re aniye. Li hemberî vê yekê bi têgehên demokrasî û gel bilindkirina ala têkoşînê wekî erkekî girêdana cewherê olî diparêzim û qebûl dikim. Li dijî du navendên desthilatdariyan ên ku navendên wan dewletparêzin, bi bersivdayîna îslama demokratîk, sincî, polîtîk û civakî ya navenda wê demokrasî û meskenê niştecihî ye wekî erka vîna bingehîn a kongreyê dibînim û silav dikim.

Her du bizav jî bi bizavên navendî yên desthilatdarî û dewletparêziyê, bi bilindbûna kapitalîst emperyalîstê pêş ketine. Ev her du têheh di serdema saltanata serdest de di hilweşîna Împaratoriya Osmanî de bikar anîne. Bi taybetî jî ev bizav, ji aliyê Împaratoriya Îngilistanê ku wekî Hegemona nû ya cihanê ye hat bikar anîn. Hê jî ev têgeh zêde tê bikar anîn.

Di her du navendan de jî mîkroba nijadperestiyê li dijî cewherê ola îslamê hatin bikar anîn. Di avakirina dewletên netew de ji bo pergala Netew Dewletê ava bike têgehên zor ên kapîtalîst emperyalîzmîna sereke bikar anîn. Bi rêbaza zorê li dijî gelê xwe bi a wayekî zalimane bêyî têkevin nava fikaran bikar anîne.

Lewra feraseta umeta îslamê bi cewherî netew-dewletê ve naperçime.

Ji xwe împaratoriya Îngilistanê bi boneya umeta îslamê perçe bike netew dewlet pêş xist. Dîsa bîrdoziya wê ya sereke bi zanebûn nijadperestî pêş xist. Ev feraseta nijadperestiyê bi hiş û rahîm (malzarok) a umeta îslamê ve pesinand. Di 200 salên dawî de di meskena îslamê de nirxên gel ên îslamê perçe kirin û texrîb kirin.

Birayên min ên mumîn:

Îslam bi rastî li ser navê ol, gerdûniya herî dawî diparêze û nûneriya olên dawî dike. Hem ji ber ziman û hem jî ji ber felsefeya xwe gerdûniyek girîng bi dest xistiye. Di vê yekê de şik û guman tune. Lê tiştê ku ez di vê felsefeyê de herî girîng dibînim jî aliyê “yek" e. Vê yekê dixin meriyetê. Gerdûniya vê yekê xwe di “Yekîtiya Xweda" de bi hêzdarî nîşan dide. Di serê peywirên me yên bingehîn de bi Nas'ên Xwedê yên ne girêdayî war û demê, wekî heman "Yek" yên berpirsiyariya nas'an bên destgirtin û mafê wan teslîmî wan bê kirin. Ez bi têgehek zanîstî bêjim, divê em pêkanîna şênber a rêgezên giştî bi adilane û azad bi ser bixin. Dîsa bi şênberî bi tevahî di hemû zindîwaran de û bi taybetî di civakên girêdayî mirovan de li gorî gerdûniya îslamê li gorî nêzîkatiya adilane û azad em pêk bînin.

Divê mafê qûl neyê xwarin û marî neyên eciqandin.

Lê ji ber du navendên zalîmane xerabkar ên wekî “hîzbullah” û “El Qaîde” yên bi feraseta kapîtalîst kirine belaşa umeta îslamê. Ev yek temsîliya faşîzma rojane dike. Faşîzm, bi darvekirinê û serjêkirinê di serî de gelê Kurdistanê, li dijî hemû mirovên misliman û ne misliman pêk tê. Faşîzma nijadperest, otorîter û laîk, duh jî û îro jî hê pêkanînên xwe yên faşîzma dewletparêz didomîne. Dîsa oldariya radîkal û faşîzm bi destê van 2 bizavan pêk tîne û dixe jiyanê.

Birayên bawermendên birêz;

Tevgera Azadiya Kurdistanê dê tu car nekeve rêşaşiya nijadperest, laîk û otorîter û derdorên xwe wekî Îslama radîqal bi nav dikin û dê tu car fersendê jî nede wan. Ez bawerim ku, tevgera azadiyê ku hûn temsîl dikin dê li hember nijadperestî, cinsî, desthilardariya zilam ya kapîtalîst ku xwe wekî zanist bi nav dike dê ev tevger demokrasiya radîqal û qada azadiyê ew bi xwe bike. Ez banga Bawermendên Îslamiyeta nûjen a “yekîtiya miletê” watedar dibînim. Lê belê ev tu car nayê wateya, yek dewlet, yek millet, yek al’ê. Berevajî di ayetekî de jî derbas dibe, ”Ji ber ku hûn hev nas bikin, me hûn wekî qewmên cuda afirandin.” Ev hikum bixwe di nav xwede PIRANIYA DEMOKRATÎKA WEKHEV Û AZAD diafirîne û yekîtiya qewmên din ên “yekîtiya miletan” tîne ziman. Kongreya we hem ji bo Îslama gerdûnî û hem jî ya takekesî hêviya min ew e ku Yekîtiya Milletan xurt bike û ji pirsgirêkên hizbî, mezhebî û tekekesî re nêzikatiyên rast derxe holê. Ez di vê mijarê de bawerî û hêviyên xwe dixwazim parve bikim."

Tevgera me ol-laîkê bi hegomanyaya bîrdozî ya rojavayê re naxeniqîne. Li gorî min îslam bi xwe jî olê bi laîkê ve asê bike şaş e. Ev yek tevahiya jiyana di Îslamê de xirab dike. Dîsa rêgezên Îslamê wekî tu dê bêjî mode ye li ser kincan dane nasîn, ji nêzîkahiyekî pozîtîvîst wêdetir nîn e. Heke îleh danasînekî Îslamê ya rojane bê kirin, li gorî min "çanda îslamê" ye ku ev nêzî hemû kesî ye. Ya bi Çanda Îslamî tê fêmkirin hem a hatî pêkhatin û hem jî tê wateya civaka Îslamî. Em jî bîr nekin ku şert, şikil û îbadeta îro pêk tê ji şertên Îslamê ya destpêkê gelek dûr in. Peyva yekemîn "Bixwîne" bû. Yanî bi têkildarî fêmkirinê re bû. Ya esas ev e. Ev xisûs bi rehetî ji bo roja me jî derbas dibe. Ji bo wateya îslama rojane nasîna rastiya civakekî dîrok û rêgezên azad ên demokratîka adîl a civakên îslamê cîhadî ekber û cihadê şûray yanî rexne û xwerexnedayîn lazim e. Bi gotinekî din her dem têkoşîna nefsî û têkoşîna li dijî hêzên şer ên derve ve lazim e.

Birêyên rêzdar, kongreya we li gorî gotinên giştî yên min gotin watedar mayînde be û ji şûnda jî sazîbûna wê gelek girîng e. Ev yek peywirek e û li pêşiya me radiweste. Wekî li welatên Îslamê bi giştî hewceyî bi sazîbûnekî îslama nû ya her tim heye. Ji bo ku cemeatên bi bingeha sulta, şîa, selefî û îhvanî yên ji kapîtalîzma kurevî xwe xilas nekirin, pêdivî bi sazibûnekî nû heye û ev yek pêwîst e. Helbet çare Îslama Diyanet a fermî nîn e. Îslama Diyaneta Fermî xesandiye. Ev yek îslama nefermî bêwateye û xizmetê li dijî xwe dike û îslamekî karîkatur e. Ji faşîzmê heya lîberalîzmê gelek qadên wê yên xizmetê hene. Ji ber vê yekê rola îslama dijber dilîze. Cemaat hem fermî hem jî bêyî fermî pratîkên îslama dawî li Tirkiyeyê tên ceribandin, civakê li hemberî mînakên herî desthilatdar, dijminê hawirdorê û talana kapîtalîzmê tîne. Rastiya Îslama adîl, azad û demokratîk alternatîfa wê ye û divê her tim xwe bi wate bike û her tim xwe sazîbûn bike. Navê sazîbûna nû li ser esasên rêxistinê û vînekî vûkuf dê pêk bê û ez dixwazin di vê mijarê de baweriya xwe bînim.

Herî dawî hinek derdor dixwazin tevgera me wekî ateîst, komînîst û meteraylîst bidin nasîn. Mirov dikare ji wan re bêje "koleyên têgehan". Ez dikarim tenê vê yekê bêjim; heke xwezaya civaka îslamî rastiyek be, oldarên îslamê û ateîstên Îslamê çênabin. Ev yek wekî têgeh wisa anîne ziman. Gelê ku her tim rastî mêtîngerî, êrîş, teknîkên şer ên herî pêşketî yên hemû kapîtalîstên kurevî hatine. Di rewşek wisa de, lehengiya gelê kurd dikarin wekî lehengiya Hz. Elî nîşan bidin. Em kevneşopiya îslama adîl, azad û demokratîk temsîl dikin. Di vê mijarê de tu gumana min tune ye. Tevgera me ji bo vê îdîayê bi hemû gelên mezlûm re parve bike û pêşengiya wê bike jî tu gumana min tune ye.

Kêfxweşiya herî girîng sentezekî tevgerekî Selehadînî ya hemdem û tevgerekî Huseyînî ya hemdembûn e û ev yek çavkaniya îmanê ye. Ez banga parvekirin, vînbûnê û çalakiyê dikim. Bi navê Xwedê yê azad û adil ê civakê û daweta yekîtiyê û dixwazim bi yekîtiyê bi bawer bin û ez careke din kongreya we silav dikim.

24 avrêl 2014


Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Andersson careke din bû serokwezîr

ad

Xelatên Arjen Arî têne belavkirin

ad

Têgihîştina têgînan û ferhenga kurdî

ad

Li 11 deran pêşangeha Roboskî vedibe

ad

UEFA'yê bedendamên 'Lîstikvanê Herî Serketî' eşkere kirin

ad

Nalînên Berdirxan Sindî û Korona

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname