Pisporê alman ê Rojhilata Navîn Guido Steinberg piştî kuştina Bexdadî wisa got: "Talûkeya DAIŞ'ê didome. Rêxistin dê bike dû tolgirtinê, serê pêşî dibe ku hedef kurd bin."
Ji Weqfa Polîtîka û Zanist a li Berlînê pispor Steinberg ji bo Dautsche Welle axivî ye. Hevpeyvîna Terry Martin kiriye me wergerand kurdî:
Deutsche Welle: Ebubekir el Bexdadî ji bo DAIŞ'ê çiqas girîng bû û kuştina wî ji bo rêxistina terorê DAIŞ'ê tê çi wateyê?
Guido Steinberg: El Bexdadî ji bo DAIŞ'ê gelek muhîm bû. Di sala 2010'an de dema bû berpirsê DAIŞ'ê hejmara leşkeran ne hezar kes bû jî. Di çar salan de li Sûriye û Iraqê bi awayek dewletek derxist holê. J ibo DAIŞ'ê dîtina rêberekî nû wekî Bexdadî dê gelek zehmet be.
Mirina El Bexdadî dê DAIŞ'ê lawaz bike?
Di astekê de belê, ji ber ku El Bexdadî ku xwe wekî xelîfe ragihandibû bi wasî wî kesek bê rehm, baş organîzebûyî û ji aliyê îdeolojîk ve motîvekar tune ye, zehmet e kesek wisa bibînin. Ev yek dê rêxistinê lawaz bike. Lê li aliyê din DAIŞ hebûna xwe didomîne. Ne tenê li Sûriye û Iraqê li hemû cîhana Îslamê.
Piştî ku hêzên taybet yên Amerîkayê El Bexdadî kuştin, a rast piştî ew gihîştin wî, wî xwe teqand, dixuye ku Serokê DYA'yê Donald Trump bi vê serbilind bûye. Li gor baweriya te, ev operasyon dê bandorê li têkoşîna dijî terorîzmê ya DYA'yê ya li Rojhilata Navîn bike?
Ez ne bawerim. Li aliyek hukumeta heyî ya Amerîka di têkoşîna dijî cîhatparêzan de angaje ye, lê li aliyê din Amerîka dixwaze ji Sûriye û Iraqê vekişe û bala xwe bide ser Asyayê. Ev rewş dê têkoşîna terorîzmê ya li Rojhilata Navîn lawaz bike. Ev yek jî ji bo ewropayiyan tê wateya derketina pirsgirêkê, lewre ji aliyê teorîk ve divê cihê Amerîkayê ew bigirin. Her kesê li Sûriye û Tirkiyeyê dijî ji DYA'yê wêdetir zêdetir bandorê li me dikin.
Operasyona dijî El Bexdarî li erdnîgariya ku hêzên gerdûnî û herêmî beşdarî pevçûnan bûne, li bakurê Sûriyeyê hat kirin. Tu bawer dikî ku di demek nêz de li vê herêmê îstîkrarek saz bibe?
Ez ne bawerim. Ligel ku Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad di şerê navxweyî de ji aliyê fiîlî ve bi ser ketibe jî, heta ku li her derê welat qontrolê bigire bin destê xwe dê hê demek dirêj şer bidome. Her ku şer bidome dê DAIŞ rola xwe bidomîne.
Tu bawer dikî ku dê mîlîtanên DAIŞ'ê ji bo tolhilgirtina rêberê xwe êrîşên terorî li dar bixin?
Ev yek teqez mimkûn e. Lê Jixwe bi salan e talûkeya êrîşên DAIŞ'ê heye û e yek didome. Lê aliyê ku divê bikevin nava metirsiyê kurd in. Ji ber ku em niha dizanin ku operasyona leşkerî ya Amerîkayê ya li dijî El Bexdadî li bajarê Hewlêrê yê li Bakurê Iraqê dest pê kir.