NAVENDA NÛÇEYAN
Jenetorên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka ceryanê ya Rojava hatibûn standin û ev sal û nîv bûn ji aliyê hikumeta Hewlêrê ve hatibûn astengkirin, derbasî Rojava hatin kirin.
Jenetorên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka ceyrana ya Rojava hahibûn standin, lê hikumeta Başûrê Kurdistanê nedihişt derbasî Rojava bibin, ji aliyê Desteya Enerjiyê ya Herêma Xweser a Cizîrê ve derbasî Rojava hatin kirin. Tevî hemû astengiyên Hikumeta Hewlêrê yên wekî girtina deriyê sînor ê Samalka û kolana xendekan jî, Desteya Enerjiyê ket nava hewldanan û karî jenetoran derbasî Rojava bike.
Pisporan diyar kirin ku bi van jeneratorên ku nû derbasî Rojava hatine kirin dê pirsgirêka ceryanê ya hin bajarên Herêma Xweser a Cizîrê bê çareserkirin.
ANHA


