Diyarname
Li gor saeta Amedê duh êvarê li DYA'yê dadgeha Serokê berê yê DYA'yê Donald Trump hebû û Trump sûcdar hat dîtin. New York Timesê (NYT) ji bo vê yekê bi pûntoyên mezin "Sûcdar" nivîsî û binî de jî dîsa bi pûntoyên mezin wisa got, "Juriyê, Trump ji 34 sûcdariyan hemûyan sûcdar dît."
Doza Trump a bi navê "Heqê Huşbûnê" ev şeş heftebû dom dikir. Juriya ji 12 kesan pêkhatî ya dadgehê Trump ji hemû aliyan ve sûcdar dît.
Yek ji rojnameyên bingehîn û mezin a DYA'yê NYT'ê bi pûntoyên mezin rewş ragihand.
Piştî biryarê Trumpî daxuyanî daye, îdîa kiriye ku ew mehsûm e û ev biryar jî biryareke rezîl e.