Diyarname
Li Hindistanê meha pêşiya me dê fîlmekî bi navê "Padmavat" bikeve vîzyonê û mebûsekî ji partiya desthilatdar a Hindistanê dixwaze serlîstikvana fîlm Deepika Padukone bê kuştin û kî bikuje dê 1.5 mîlyon dolarî xelatê bide wî/ê.
Di sedsala 16'an de li Hindistanê qralîçe bi navê Rani Padmavati dijiya. Bi rastî jî Padmavati jiyaye yan na tam ne zelal e, lê her li ser helbest hatine nivîsandin. Niha li ser wê fîlmekî bi navê "Padmavat" hat kişandin û di serlîstikvaniya fîlm de lîstikvan Deepika Padukone dilîze. Ji partiya desthilatdar a Hindistanê "BJP"ê mebûs Surajpal Singh Amu dijî vî fîlmî derketiye. Ew îdîa dike ku bi fîlm "Nirxên hindî" binpê dikin. Ji bo vê yekê ragihandiye ku kî serlîstikvanê bikuje dê 1.5 mîlyon dolar xelatê bide wan. Her wiha tehdîd dike û dibêje sînemayên vî fîlmî nîşan bidin divê şewata xwe jî bigirin ber çavan.
Amu ji bo derhênerê fîlm Sanjay Leela Bhansali jî bê kuştin xelat daniye û wisa gotiye, "Yên serê wan ji bo min bînin ezê 1.5 mîlyon dolarî bidim wan û heta dawiya emrê wan ezê li malbatan wan jî binêrim." Ji bilî wî jî kesên banga protestoya fîlm kirin derketin holê. Di encamê de li Îngilistanê hin hindiyan çalakiya protestoyî li dar xistin û wêneyê derhenêr Bhansali şewitandin.
Saziyên mafên mirovan dijî Amu û bangên şermezarkirinê derketin û bertek nîşan dan. Ji aktîvîstan Gotum Naulakha dijî vê daxuyaniyê derket û got: "Li welat ji ber sedemên biçûk jî têne girtin lê li hemberî tehdîdek wisa mezin hê jî gav nehatiye avêtin. Ev yek gelek tirsnak e."
Fîlmê ku derhêneriya wî Sanjay Leela Bhansali kiriye, rola serlîstikvaniyê Ranveer Singh, Shahid Kapoor û Deepika Padukone girtine ser milên xwe. Li gor bernameyê divê 25'ê meha yekemîn a sala 2018'an li Hindistanê fîlm bê nîşandayîn.
Vaye fragmana fîlm:


