RIHA
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bi sedan welatiyên ku bertek nîşanî encama hilbijartinê dan, ji ber ku çalakî pêk anîn rastî mudaxaleya polîsan hatin. Mudaxaleya polîsan a li hemberî welatiyan berdewam dike. Gelek maşîneyên zirxî sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Polîsan li hin kolanên navçeyê kontrola nasnameyan da destpêkirin.
Piştî encama hilbijartinê li Serêkaniyê diyar bû û hat gotin ku AKP'ê hilbijartin bi dest xistiye, bi hezaran welatî li ber edliyeya Serêkaniyê kom bûn û çalakî pêk anîn. Çalakiya ku di saetên serê sibê de destpê kir êvara 31'ê mehê jî berdewam dikir.
Bi hezaran welatiyên li ber Qonaxa hikumetê kom bûn, rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê hatin. Piştî polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxaleyî girseyê kir di navbera welatiyan û polîsan de pevçûn derket. Ji ber bombeyên gazê yên polîsan gelek kes ji ser hişê xwe çûn û rakirin neweşxwaneyê. Li taxên Yenimahalle, Yenîşehir û Cumhuriyetê kolana Wêranşarê û Gaziyê pevçûna di navbera polîsan û girseyê de berdewam dike.
Polîsan avahiya BDP'ê dorpêç kir û ciwanan jî di nava kolanan de bi kevir û konteynerên çopê barîkat ava kirine.
Piştî bûyerê gelek maşîneyên zirxî sewqî qadê hatin kirin. Rewş vegeriya OHAL'ê. Êvara 31'ê mehê jî li navçeyê xirecir berdewam dikir.
(DÎHA)