Diyarname
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilnd (YSK) Sadi Guven encamên hilbijartina herêmî ya 30'ê adara 2014'an eşkere kir. Li gor vê encamê BDP'ê di 51 bajaran sedî 7,73 deng girtine.
Vane agahiyên ji Serokê YSK'ê hatin:
- Ji 40 mîlyon û 727 hezar û 194 hilbijêrî 36 mîlyon û 440 hezar û 968 kesî deng bikar aniye.
- Rêjeya beşdariya hilbijartinê wekî 89,48 hatiye diyarkirin. Di hilbijartina 2009'an de ev rêje sedî 83,17 bû.
- Di 30 bajaran, di encama endamtiya meclisên şaredariyan de ev deng derketine holê:
AKP; sedî 42,87
CHP; sedî 26,34
MHP; sedî 17,82
BDP; sedî 4,16
Di 51 bajaran de encamên endamtiya meclisa giştî ya bajaran:
AKP; sedî 45,43
CHP; sedî 16,87
MHP; sedî 20,21
BDP; sedî 7,73
Encama Şaredariyên Bajarên Mezin:
AKP; sedî 45,54
CHP; sedî 31,04
MHP; sedî 13,65
BDP; sedî 3,09
Encama Şaredariya bajaran de
AKP: sedî 43,13
CHP; sedî 26,45
MHP; sedî 17,76
BDP; sedî 4,18
Li gelek cihan îtîraz hatine kirin. Li gor partiya ev rêje: AKP'ê 131 îtîraz kirine 6 jê hatine qebûlkirin.
CHP'ê 87 îtîraz kirine 5 jê hatine qebûlkirin.
MHP'ê 50 îtîraz kirine 5 jê hatine qebûlkirin.
SP'ê 10 îtîraz kirine yek jê hatiye qebûlkirin. Balkêş e YSK'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de eşkere nekiriye ku BDP'ê çend îtîraz kirine û jê çend hatine qebûlkirin.