AMÛDÊ
Serokatiya Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi endamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan re civiya. Di civînê de rêziknameya komîsyonê û pilansaziya wê hate gotûbêjkirin.
Bi armanca gotûbêjkirina rêzikname û pilansaziya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, Hevserokên Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hekem Xelo û Nezîra Gewriyê û endamên Dîwanê meclisê Ekrem Mehşûş û Ebdilkerîm Siko bi 12 endamên Komîsyonê re civiyan.
Di civînê de li ser şêwaza karê komîteyê û rêziknameya wê ku li gorî wê bixebite hate gotûbêjkirin. Di dawiya civînê de ji bo civîna bê soz hate dayîn ku dê di 5’ê avrêlê de bê li dar xistin.