Diyarname
Mebûsên BDP'ê ji bo şermezarkirina kuştina 35 gundiyên kurd ên li Roboskiyê îşev li meclisê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Parlementerên BDP'ê, EMEP, Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê, bi armanca komkujiya li gundê Roboskiyê ya Qilebanê ku 35 welatî ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin qetilkirin şermezar bikin, li meclisê çalakiya runiştinê pêk anîn.
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, li ser çalakiyê daxuyanî da û diyar kir ku bi armanca komkujiya li Roboskiyê şermezar bikin li meclisê çalakiya rûniştinê pêk tînin.
Kişanak, got ku meclis li hemberî vê komkujiya mirovahiyê bêdeng dimîne û ji bo vê bêdengiyê xera bikin heta serê sibê çalakiya rûniştê pêk tînin. Ji bo hem komkjiyê û hem jî bêdengiya meclisê ya li hemberî vê komkujiyê şermezar bikin em çalakiyê pêk tînin.
Piştî ku danişînên îro yên li meclisê bi dawî bûn û mebûs ji meclisê derketin, BDP'yî derneketin û li salona giştî ya meclisê man. BDP'yî heta serê sibê dê ji meclisê dernekevin û çalakiya xwe ya rûniştinê bibin serî.
Berê mebûsên DTP'ê jî çalakiya rûniştinê pêk anîbûn. Ji ber zarokên ku kevir avêtibûn polîsan bi cezayên giran dihatin darizandin DTP'ê di 23'yê avrêla 2009'An de li meclisê çalakiya rûniştinê li dar xist. Mebûsên DTP'ê di vê çalakiya xwe de ew darizandina zarokan şermezar kir.
Niha bi heman rêbazê BDP jî çalakiyê li dar dixe.


